Brîtanya û Fransayê li ser dersînorkirina 2 zarokên Kurd li hev kir
Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanya û hikûmeta Fransayê li ser dersînorkirina du zarokên Kurd ên 6 û 9 salî li hev kir.
Li gorî biryarekê ku mînaka wê tunebûye, hikûmeta Brîtanyayê dê du zarokên Kurd dersînorî Fransayê bike.
Zarok 6 û 9 salî ne û bi qaçaxî ji Kanala Îngilîzî derbasî Brîtanyayê bûne.
Dê û bavê zarokan li Fransayê giliyê hikûmeta Brîtanyayê kir.
Ew dê û bav ku pişta xwe bi madeya 8an a Peymana Ewropayê ya Mafên Mirovan ve girê didin, dixwazin ku biçin cem zarokên xwe.
Dadgeha Brîtanyayê daxwaza wan red kiriye.
Hikûmeta Brîtanyayê dibêje eger vê carê dê û bavên wan bibin Brîtanyayê ev dê bibe adet û dê û bavên din jî dê jiyana zarokên xwe têxin metirsiyê û bi tena serê xwe bidin destê qaçaxçiyan lewma wan ev biryar daye.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Brîtanyayê li gel Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê li ser dersînorkirinê li hev kir.