Bloomberg: Trump difikire ku ji bo uranyuma Îranê hêzên taybet bişîne

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Bloombergê eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bijardeya şandina hêzên taybet a nav xaka Îranê gotûbêj dike.

Armanca vê pêngavê destdanîna ser wê uranyuma meyandî ye ku Tehranê kom kiriye û nêzîkî asta çêkirina bombeya atomê ye.

Bloombergê spart 3 çavkaniyên dîplomatîk û belav kir ku berpirsên Amerîkayê gelekî dilgiran in.

Sedema dilgiraniya wan ew e ku dibe embarên uranyuma meyandî yên Îranê ber bi cihên nediyar ve hatibin veguhastin.

Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî cihê embaran nizanin

Ev dilgiranî piştî wê yekê derketin holê ku ev 9 meh in çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Atomê ya Neteweyên Yekbûyî nekarîne cihê embarên uranyuma Îranê piştrast bikin.

Vê rewşê di nav aliyên navneteweyî de guman çêkirine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump şemiyê, di nav balafira serokatiyê de amaje bi vê mijarê kir.

Trump got, "Wan (çavdêran) nekarî xwe bigihînin wê derê, dibe ku em rojekê karibin xwe bigihîninê."

"Em dikarin di paşerojê de bikin"

Donald Trump li ser îhtîmala êrişkirina ser wan embaran jî wiha axivî:

"Me êrişî wan nekiriye lê ev tiştek e ku em dikarin di paşerojê de bikin. Em vê gavê vê yekê nakin."

Eger ev gav were avêtin, dê wekî yek ji bijardeyên herî metirsîdar ên leşkerî yên Washingtonê yên li hemberî Tehranê bê dîtin.

Armanca sereke ya vê bijardeyê ew e ku rê li ber Îranê bê girtin da ku nebe xwediya çeka atomê.

Tehran tim tekez dike ku bernameya wê ya nukleerî ji bo mebestên aştiyane ye.

Lê belê, bilindkirina asta meyandina uranyumê ya nêzîkî ji sedî 60î, tirsek di nav welatên rojavayî de çêkiriye.

Ew ditirsin ku Tehran tenê gaveke biçûk ji bidestxistina madeyên pêwîst ên ji bo bombeya atomê dûr be.