Rûsya û Îran: Amerîkayê xeta sor derbas kir

09-04-2017
RÛDAW
Nîşan Rûsya Îran Êriş Sûriye Amerîka
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Rûsya û Îranê derbarê êrişa Amerîkayê ya li Baregeha Esmanî ya Elşehîratê de hişyarî dan û ragihandin: “Her kesê ku xeta sor derbas bike emê bersiv bidin.”

 

Îran, Rûsya, Hizbullah a Lubnanê û Sûriye li dijî êrişa Amerîkayê ya li dijî Baregeha Esmanî ya Elşehîrat a li parêzgeha Hums a Sûriyê, daxuyanî dan.

 

Li gorî nûçeya Reutersê, Rûsya û Îranê û komên alîgirên wan di daxuyaniyeke hevbeş de dane xuyakirin, ku êrişa Amerîkayê ya li dijî Sûriyê, xeta sor derbas kiriye.

 

Herwiha li gorî heman çavkaniyê, Rûsya û Îran û hevpeymanên wan tekez kirine: “Ji niha û pê ve em dê bersiva her cure êrişekê bidin”.

 

Ji aliyekê din ve, Serokê Rûsya Vladimîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî daxwaz kirin, ku ji bo aşkerekirina rastiyên têkildarî êrişa kîmyayî ya li parêzgeha Idlib a Sûriyê, komîsyoneke lêkolînê were pêkanîn.

 

Di dauxyaniyê de herwiha hatiye gotin: “Êrişa Amerîkayê ya li Sûriyê, li dijî serweriya gel û dewleta Sûriyê ye”.

 

Herwiha di daxuyaniya hevbeş de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku “ew şeş sal in ku Sûriye li ser navê cîhanê li dijî terorîzma navdewletî têkoşînê dike” û tê gotin: “Piştevanên terorê û êrişkar ew maf nînin, ku xwe weke berevanîkerê mirovan bidin nîşandan”.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ku “Amerîka eger careke din xeta sor derbas bike û êrişê pêk bihîne, dê bersiveke bihêz werbigre”.

 

Rûsya û Îran û hevpeymanên wan herwiha ragihandin, ku ew rê bi sîstemeke yek cemserî (qutbî) û serweriya Amerîkayê li ser cîhanê nadin û tekez dikin: “Em hevpeymanên Sûriyê ne û em dê bi şêweyên cur bi cur piştevaniya xwe ji bo gelê Sûriyê û Artêşa Erebî ya Sûriyê berdewam bikin”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst