Trump peyameke tund da Îranê: Amerîka vegeriya!

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê Îranê de daxuyaniyeke gelekî tund da.

Trump ragihand ku hêzên wan ên leşkerî li derdora Îranê amade ne û heta ku Îran pêbendî peymanê nebe ew dê venekişin.

Donald Trump li ser medyaya xwe ya civakî peyamek belav kir û daxwazên xwe yên li ser dosyaya nukleerê û Tengava Hurmizê eşkere kirin.

"Hêzên me li cihê xwe dimînin"

Trump di peyama xwe de diyar kir ku hemû keştî, balafir û personelên leşkerî yên Amerîkayê dê li nav Îranê û derdora wê bimînin.

Trump da zanîn ku hêzên wan bi cebilxane û çekên zêde ji bo têkbirina "dijminekî ku ji xwe berê lawaz bûye" amade ne.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku heta Îran bi temamî pêbendî "Peymana Rastîn" nebe, ew dê leşkerên xwe venekişînin.

"Çekên nukleerî nabin"

Trump hişyarî da û got, eger Îran ji peymanê vekişe dê rûbirûyî êrişên gelekî mezin bibe.

Serokê Amerîkayê wiha pê de çû:

"Eger ew ji ber her sedemê pêbend nebin, ku ev îhtimaleke gelekî kêm e, wê demê dê êriş dest pê bike.

Dê ev êriş ji yên ku heta niha hatine dîtin gelekî mezintir, baştir û bihêztir bin."

Trump bi bîr anî ku wan ji mêj ve li hev kiriye û tekez kir:

"Tevî hemû gotegotên sexte jî çekên nukleerî nabin û dê Tengava Hurmizê vekirî û ewle be."

"Amerîka vegeriya!"

Donald Trump di dawiya peyama xwe de pesnê artêşa Amerîkayê da û amadekariyên wan anîn zimên.

Trump diyar kir, "Di vê navberê de artêşa me ya mezin xwe amade dike û bêhna xwe vedide.

Ew bi rastî li benda serkeftina xwe ya nû ye. Amerîka vegeriya!"