Fransa: Êrişên Îsraîlê agirbesta Îran û Amerîkayê têk didin

Hewlêr (Rûdaw) - Jean-Noel Barrot ragihand ku êrişên dawî yên Îsraîlê yên li Libnanê, agirbesta demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de têk daye.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot her wiha da zanîn ku welatên Ewropayê gihîştine qonaxa dawî ya amadehiyên avakirina hêzeke nû ya deryayî ya leşkerî ku dê li Tengava Hurmizê bi keştiyên sivîl re bibe rêheval.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê di bernameyeke radyoya France Interê de berteka xwe ya li hemberî kiryarên leşkerî yên dawî yên Îsraîlê anî ziman.

Barrot tekez kir ku ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin û destnîşan kir ku wan operasyonan rasterast rewşa agirbesta demkî ya ku doh di navbera Washington û Tehranê de hatibû pêkanîn xera kiriye.

Ev hişyariyên Barrot piştî rojeke gelekî xwînî ya li Libnanê hatin.

Rojeke xwînî li Libnanê

Di bombebaranên dijwar ên Îsraîlê yên roja Çarşemê de ku li navenda paytext Beyrûtê û herêmên cuda yên Libnanê pêk hatin, herî kêm 250 kes mirin.

Di wan êrişan de zêdetirî hezar kesî jî birîndar bûn.

Ev bîlançoya giran, ji destpêka derketina şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê yê beriya 5 hefteyan ve de, wekî hejmara herî zêde ya qurbaniyan a di rojekê de li Libnanê hat tomarkirin.

Ji bo Tengava Hurmizê hêza nû ya leşkerî

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bal kişand ser çûn û hatina deryayî û ewlehiya herêmê jî.

Barrot diyar kir ku hevpeymanên Ewropî û welatên hevpeyman li ser mekanîzmayeke nû ya parastinê ya ji bo Tengava Hurmizê dixebitin.

Li gorî plana ku hatiye amadekirin, xebatên avakirina hêzeke taybet a deryayî ya leşkerî ber bi qedandinê ve diçin.

Armanc ew e ku ev hêz piştî bidawîhatina şerê li herêmê dest bi kar bike û erkê rêhevaltiya keştiyên bazirganiyê bigire stûyê xwe.

Ji destpêka şer ve, ji ber êrişên fiîlî yên li keştiyên bazirganiyê û gefên Îranê yên ji bo lêdana hemû keştiyên ku bi Amerîka û Îsraîlê re têkildar in, di trafîka keştiyan a Tengava Hurmizê de daketineke cidî çêbûbû.

Analîzên dawî yên ku ji aliyê şirketa amarên bazirganiya deryayî ya cîhanî Kplerê ve hatine belavkirin jî aloziya li herêmê piştrast dikin.

Li gorî amaran, tevî ragihandina agirbestê jî roja Çarşemê tenê 4 keştiyên ku cîhaza wan a şopandinê vekirî bûne karîbûne di tengavê re derbas bibin.