Dem û cihê hevdîtina Donald Trump û Kim Joung-un diyar bû

09-05-2018
RÛDAW
Nîşan Dem Cih hevdîtin Donald Trump Kim Joung-un
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji Koreya Bakur vegeriya welatê xwe û sê welatiyên xwe yên zindanîkirî yên li Koreya Bakur jî bi xwe birin. Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku dem û cihê civîna li gel Kim Joung-un jî diyar bûye.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de zanyarî belav kir û got ku piştî serdaneke serkeftî, niha li gel sê mêvanên xwe ber bi Waşingtonê bi rê ketiye.

 

Sê kesên ku Trump behsa wan dike, welatiyên Amerîkayê ne ku li Koreya Bakur hatibûn zindanîkirin. Donald Trump dibêje ku “tendirustiya her sê kesan jî baş e û dema bigihîjin dê pêşwaziya wan bike û ji ber ragihandina vê agahiyê gelek kêfxweş e”.

 

Donald Tump eşkere kir ku dem û cihê civîna li gel Serokê Koreya Bakur Kim Joung-un hatiye diyarkirin, lê li ser dem û cihê civînê agahî nedaye.

 

Di nav şeş hefteyên derbasbûyî de ev duyem serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompei ye bo Koreya Bakur, ku niha herdu welat peywendiyên xwe ber bi asayîbûnê ve dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst