Li Rûsyayê pîrozbahiya Roja Serkeftinê
Hewlêr (Rûdaw) – Merasîma leşkerî ya bi boneya 73mîn salvegera Serkeftina Rûsyayê di şerê dijî Almanyaya Nazî de li Meydana Sor a Moskowê birêve çû.
Vladimir Putin weke serfermandarê Artêşa Rûsyayê bi xwe pêşwaziya meşa serbaz û têknîkên serbazî kir.
Şerê Cîhanî yê Duyem ji bo Rûsyayê weke Şerê Mezin ê Niştîmanî tê zanîn, ku tê de nêzî 50 mîlyon mirov bûbûn qurbanî û ji serdema Yekîtiya Sovyetê heta niha Roja Serkeftinê weke cejneke fermî ya dewletê salane 9ê Gulanê bi merasîmeke serbazî tê pîrozkirin.
Ji bilî Roja Serkeftinê serdana li Tirba Serbazê Bênav a li ber Sûrên Kremlînê di protokola serokên dewletên biyanî de jî cih digre. Vê carê hejmara mêvanên biyanî kêm e û tenê serokwezîrên Îsraîl û Sirbîstanê beşdarî rêûresma danîna tacegulê kirine.
Piştî derbasbûna rayedaran, dora danîn gulan ser tirba Serbazê Bênav, ku temsîla hemû qurbaniyên Şerê Mezin dike, digihêje şêniyên Moskowê.
Welatiyê bi navê Mîxayîl Kûşnerovîç ji Rûdawê re diyar kir: “Roja Serkeftinê û ev agirê abadîn her di dilê me di ruhê me de ye. Her sal em tên li ser Tirba Serbazê Bênav. Em dixwazin nifşê nû jî rêya me berdewam bike û da ku bila tu car şer rû nede.”
Beşdarîkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pîrozbahiya Roja Serkeftinê ya li Meydana Sor surprîza herî nebendewar bû ji bo tevaya cîhana siyasetê. Hat zanîn ku Putin li gel Barzanî li Kremlînê hevdîtineke taybet encam daye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî diyar kir: “Hevdîtineke taybet bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re çêbû, em wisa dibînin ku ev peyameke baş e û ji aliyê psîkolojîk ve ji bo xelkê me yê Kurdistanê ku heta duh fişarek zêde hebû, firokexaneyên me hatibûn girtin, abloqeyên aborî û gelek tiştên din hatibûn kirin, ew têkeliya me bi wan dewletan, Rûsya, Fransa, Almanya û hemû dewletên din, gav bi gav dê baştir bibe.”
Ji bilî pîrozkirina Roja Serkeftinê, ev roj ji bo Rûsyayê pêşandana hêz û şiyana artêşa xwe ye jî.
Di vê rûresmê de jî, di Meydana Sor de 13 hezar serbaz, zêdetir ji 160 serî têknîkên serbazî yên nûjên ên mîna tankên "Termînator", firokeyên bêpîlot "Korsar" û wesayîtên din derbas bûn. Gurminiya 75 firoke û balafirên cengî asîmana Moskowê hejandin, ku di nava wan de nûtirîn firokeyên SU-57 û moşekên hîperdeng ên "Kînjal" jî hebûn.