Planeke nû ya têkbirina Koronayê li Koşka Spî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Komek ji zana, milyardêr û xwediyên pîşesaziyên mezin diyar dikin ku bersiva webaya cîhanî ya COVID-19ê li ba wan e. Wek di dokumenteke wê komê de xuya dibe, wan planek bi çar qonaxan bo şikandin û têkbirina webayê û asayîkirina rewşa jiyanê amade kiriye ku rêyek bo gihîştina Koşka Spî jî peyda kiriye.

Navê grûpê “Zana ji bo rawestandina COVID-19ê” ye, ku biyologên kîmyayî, biyologên pergala bergiriya laş, biyologên dermanzan, pisporên penceşêrê, pisporên koendama hers, webazan û zanayên atomî li xwe digire.

Wergirê Xelata Nobelê ya Pizîşkî ya sala 2017an û endamê projeyê Michael Rosbash, li ser pile û navdariya beşdarên projeyê ji rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkî re dibêje “Gumana te nebe, yê ku ji hemûyan kêmtir hêjayî wî cihî ye ez im.”

Di destpêka dokumenta 17 rûpelî ya plana komê de hatiye gotin “Em grûpek ji welatî û zanayên xwîngerm in ku çar pêşniyarên pratîk û nehizbî berçav dikin, da ku em di kurttirîn dem de çareserî û vaksîna saxlem û kartêker berhem bînin…tekane handerê me alîkariya wê gefa micid e ku pêsîra gelê me û hemû cîhanê girtiye.”

Her çar pêşniyarên grûpê bi vî awayî ne:

Yekem: Dermanekî dijevîrusê yê din bilez bo dermankirina nexweşên COVID-19ê bê bikaranîn.

Duyem: Lezgînkirina pêvajoya çêkirina dermanê dijeten bo çareseriya pêketiyan û parastina kesên pêneketî di demkurtê de.

Sêyem: Di demeke kin de vaksîna COVID-19ê bê çêkirin ku wek serketina demdirêj li ser vîrusa Koronayê tê wesfkirin.

Çarem: Vekirina bazar û dibistanan bi awayekî ku di siberojê de metirsiya belavbûna webayê û mirina mirovan kêm bike.

Piraniya pêşbîniyan behsa wê yekê dikin ku çêkirina vaksîna COVID-19ê di baştirîn senaryoyê de di navbera 12-18 heyvan jê re lazim e.

Destpêka vê hefteyê şîrketa dermansaz a Gilead ragihand ku pêşketinên berçav û lezgîn di dîtina dijevîrûsa COVID-19ê de bi dest xistine. Lê lêkolînên du nexweşxaneyên çînî nîşan didin ku vaksîna Gileadê rêjeya spermê di 28 mişkên nêr de kêm kiriye û pêkhateya spermê jî guhertiye.

Koma zanayan “Zana ji bo rawestandina COVID-19ê” li milekî di navbera şîrketên dermansaz û îdareya Amerîkî de pêwendiyê çêdikin û li milê din jî wan vekolînan sererast dikin ku li ser vîrûsa Koronayê hatine kirin ku wek Sars-COV-2 tê nasîn.

Grûp di pêşgotina dokumenta xwe de tekez dike ku ti qezenceke wan a hevpar ligel wan şîrket û aliyan nîne ku di dokumentê de derman û çareseriyên xwe pêşniyar kirine.

Ji bo pêwendiya ligel îdareya Amerîkî pişta xwe bi milyardêran girêdidin, wek çawa rapora 17 rûpelî ji aliyê milyardêrekî ve hat kopîkirin û wêneyek ji bo Goldman Sachsê hate şandin û wan jî radestî Wezîrê Gencîneya Amerîka Steven Mnuchin kir.

Li gor rapora Journalê, pizîşkekî temen 33 salî bi navê Tom Kahil serokatiya grûpê dike, ku li xaniyekî biçûk ê kirê li Bostonê dijî. Tenê çaket û pantolekî Kahil hene, lê ji ber pêwendiyên wî bandora wî li ser biryarên Koşka Spî heye.

Yek ji dermanên ku grûp di çarçoveya pêşniyara xwe ya yekem de pêşkêş dike remdesivir e ku dermanekî dijevîrûs e û şîrketa Gilead Sciencesê ew berhem aniye. Grûp daxwaz dike hikûmeta Amerîkayê hevahengiyê ligel Gileadê bike, ji bo ku encama testkirinên şîrketê yekser bo hikûmetê jî herin, ne ku her carekê çaverêyî pêşkêşkirina forma nû ya dermên bikin, ji ber ku piraniya caran çend heyv ji amadekirin û derbaskirina wan forman re lazim in, hevdem daxwaz jî dike rê bidin şîrketên din jî wî dermanî berhem bînin.

Di 18ê kanûna duyem a îsal de, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî rêzek pişkinîn ragihand ku tê de grûpek bi rêya remdesivirê tên dermankirin. Di pişkinîneke biçûk a din a dermên de li ser meymûnên hilgirên vîrûsa Koronayê derket ku ew derman rê li ber geşbûna vîrûsê di canê pêketî de digire. Tevî van hemûyan jî, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî diyar dike ku pêwîstiya biryardana li ser karîgerbûna dermên bi pişkinînên heremekî yên zêde heye.

Bi baweriya komê divê cara yekem dermanê 200 mîlîgramî bê bikaranîn û paşê bo dema 5-10 rojan ji bo 100 mîlîgraman bê kêmkirin. Pêşniyar jî dike ku derman bo pêketiyên ku nîşan li wan derketine di qonaxeke zûtir de bê bikanîn.

Rêveberê Peymangeha Niştimanî ya Tendirustî Francis Collins ji kovara People ya Amerîkî re ragihand ku ligel piraniya pêşniyarên rapora 17 rûpelî kok in. Rapor radestî hikûmeta Amerîkayê û di serî de Cîgirê Serokê Amerîka û Serokê Hêza Nehîştina Korona ya Amerîkayê Mike Pence kir. Di meha borî de Kahil û koma xwe bi rêya pêwendiyên telefonî şêwireke zêde pêşkêşî Şêwirmendê Mike Pence Nick Ayers kirin.

Bo pêşniyara duyem, kom herdu şîrketên Regeneron Pharmaceuticals û Vir Biotechnology pêşniyar dike ku ezmûna berê di dema belavbûna Ebolayê de nîşan dane “dikarin di demeke kin de wan çareseriyan çêbikin.”

Bi baweriya rapora zanayan heke hikûmet di kurtkirina pêvajoyê de alîkariya wan bike, wê çaxê ev herdu şîrket dikarin di heyva Hezîranê de bigihin testkirina dijetenan li ser mirovan û di havîn an payîza îsal de moleta berhemanînê werbigirin.

Berî du salan Kahil li Zanîngeha Duke ya Amerîkî mijûlî xwendina doktorayê bû û vekolîna wî li ser nexweşiyên genetîk ên kêmpeyda bû, wê çaxê bawer dikir ta dawiya jiyanê dê her di vî karî de bimîne. Lê hevalekî wî yê kevn li şîrketa hilberîna bavê wî bi navê Raptor Group damezrand. Di wê çaxê de Kahil gihîşte wê baweriyê ku heke zanayên hêja bibîne û kêşeyên wan ên zanistî û darayî çareser bike, dê xizmeteke mezintir bike ji wê yekê ku ew bi xwe mijûlî lêkolînên zanistî be.

Lewra jî piştî demeke kin sindoqek bi navê Newpas Partnersê damezrand ku çend zengînên mezin hilberîn tê de kirin. Di destpêka adara îsal de, gava hejmara pêketî û miriyên vîrûsê bilez ber bi zêdebûnê ve çû, Kahil hîs kir di tevahiya nîqaşa li ser COVID-19ê de, cihekî berçav ê zanistê nîne.

Gava Kahil dest bi projeya nehîştina Koronayê kir, çaverê dikir tenê bala 20 veberhêneran bikişîne, lê dema vîdyokonferans bo veberhêneran saz kir, kifş kir ku nikare hemûyan bîne nav vîdyokonferansê, çimkî hejmara wan zêdetirî 20 kesan bû.

Parastina projeyeke bi vî rengî ji lîstik û yariyên konevanî ne karekî hêsan e, nemaze di salekê de ku hilbijartina serokatiya Amerîkayê di rê de ye û hevrikiyên bazirganî yên Çîn û Amerîkayê baskên xwe li ser wan gengeşeyan vedane ku derbarê COVID-19ê hene, wek çawa Serokê Amerîka Donald Trump pêşniyar dike navê vîrûsê bo “vîrûsa çînî” yan “vîrûsa Wuhanê” bê guherandin an wekî din dermanê malarya bo çareseriya pêketiyên COVID-19ê pêşniyar dike.

Komê pêşniyar kiribû navê vîrûsê biguherin û bikin Sars-2. Çimkî navê wê tirsê dixe dilê xelkê û wan bêgav dihêle ku rênimayên tendirustî li ber çav bigirin. Di dawî de pêşniyar hat redkirin. Komê dermanê malariya jî red kir. Wek çawa ne ligel wê yekê ne pişkinîna dijeten wek bihaneyekê bo vegera başbûyan bo ser karên wan bê bikaranîn, çimkî pêkan e ew kesên wisa kesên din jî nexweş bikin.

Proposala sêyem qonaxa yekalîker a hevrikiyên zanist û COVID-19ê li xwe digire, ku dîtin û berhemanîna vaksîna webayê ye. Rapor li gor dîroka webayên navxweyî û cîhanî diyar dike ku 6-8 sal lazim in ji bo dîtin û pejirandina vaksînê. Pirsa ku ta vêga nehatiye bersivandin ew e gelo vaksîn demaslî be wek vaksîna influenza yan bo salên dûvdirêj be wek vaksîna sorikan?

Li gor raporê heke encûmeneke xwedî desthilat bo çêkirina hevahengiya xurt û karîger di navbera hewldanên dîtina vaksînê de bê çêkirin, di adara 2020 ta adara 2021an de qonaxa testkirina vaksînê dibe û paşê qonaxa bikaranîna wê dest pê dike. Helbet heke rênimayên taybet bi wê qonaxê bên danîn û şefafiyeteke bêhempa di tevahiya pêvajoyê de hebe.

Ji heyva borî ve rêkarên girtina bajaran û qedexeya çûnûhatinê li piraniya welatên cîhanê tên cîbicîkirin. Li gor raporê tevî ku ew rêkar bo rêgirtina li belavbûna berfirehtir a vîrûsê pêwîst in, lê di heman demê de pêwîst e civak û aboriya Amerîkayê vegere rewşa xwe ya berê, heke na debara xelkê dikeve metirsiyê.

Ji bo vekirina bazar û navendên xwendinê, grûp çend pêşniyaran nîşan dide:

Yekem: Her kesek berî derketina ji malê bi rêya application-eke taybet a ser mobayla xwe piştrast bike ku ti nîşanên wî/wê yên COVID-19ê nînin.

Duyem: Zûzûka test bo wan kesan bên kirin ku vedigerin navendên xwendinê yan ser karên xwe (wek nimûne her hefte carekê.)

Sêyem: Pergala çavdêriya hinek wîlayetan bê destkarîkirin, da ku rênima li ber testa misêwa ya xelkê nebin rêgir.

Çarem: Kelûpelên xweparêziyê wek maske û lepikan bibin şert bo hemû kesên dixwazin vegerin ser xwendin û pîşeyên xwe.