Putin: Tevahiya Rûsyayê piştgiriyê dide şerê Ukraynayê
Hewlêr (Rûdaw) - Di salvegera "Roja Serkeftinê" ya Rûsyayê de Vladimir Putin ragihand ku tevahiya Rûsyayê piştgiriya dide şerê Ukraynayê.
9ê Gulanê her sal wekî "Serkeftina Rûsyayê ya li dijî Almanyaya Nazî di Şerê Cîhanê yê Duyem" tê pîrozkirin.
9ê Gulanê serkirdeyên cîhanê li Qada Sor a Moskovê dicivin û temaşeya manoreke leşkerî ya taybet a Rûsyayê dikin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di destpêka merasîmê de got: "Hemû welat, civak û xelk piştgiriyê dide beşdarên operasyona taybet a leşkerî."
Putin behsa leşkerên welatê xwe kir û got: "Em bi wêrekî û fedakariya wan serbilind in, bi wê mêrxasiyê serbilind in ku her tim tenê serkeftin ji me re anine."
Di Sibata 2022yan de bi fermana Putin bi hezaran leşkerên Rûsî ketin nav axa Ukraynayê û şer dest pê kir.
Şerê Ukrayna û Rûsyayê piştî Şerê Duyem ê Cîhanê mezintirîn şer û krîza Ewropayê ye.
Bi sed hezaran leşker li her du aliyan hatine kuştin û Serokê Amerîkayê Donald Trump çend caran gotiye ew dixwaze wê "gola xwînê" rawestîne.
Berpirsên Rûsya û Amerîkayê çend caran ji bi rawestandina şerê Kîev û Moskovê li Erebistana Siûdî civiyan.
Trump hefteyeke bêzariya xwe ji negihaştina encamê ya Rûsya û Ukraynayê diyar kiriye.
Kremlîn dibêje, şer ewqas aloz e ku ew pêşveçûna ku Washington dixwaze zehmet e.
Trump hişyarî daye her du aliyan û diyar dike ku îhtîmal heye ku ew krîz rê ji "Şerê Cîhanê yê Sêyem" re veke.
Li aliyê din, rêvebirê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns ragihand: "Metirsiyeke mezin hebû ku di dawiya 2022yan de Rûsya çekên atomî bi kar bîne
Niha Rûsyayê beşeke zêde ya axa Ukraynayê dagir kiriye lê Kîevê dev ji operasyonê bernedaye û bi berdewamî li dijî Rûsyayê şer dike.