Trump ji Rûdawê re got: Em li benda nameya Îranê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ji Rûdawê re ragihand ku ew ji Îranê li benda nameyekê ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir, eger hewlên dîplomatîk negihêjin encamekê, ew dê vegerin ser "Projeya Azadiyê" û hinek gavên din jî biavêjin.
Donald Trump dema ku ji Koşka Spî ber bi eyaleta Virginiayê ve diçû, bersiva pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da
Trump li ser pêwendiyên bi Tehranê re û çarenivîsa "Projeya Azadiyê" axivî.
Trump di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew li benda bersiva fermî ya Tehranê ne û got:
"Ew [Îranî] dê nameyekê ji me re bişînin, dibe ku îşev bigihêje. Em bibînin ka dê çi bibe."
Serokê Amerîkayê li ser wê yekê ku gelo ew ji bo bersiva Îranê geşbîn e yan na, bal kişand ser pêgeha niha ya Îranê û da zanîn:
"Em bibînin ka çi diqewime. Binêrin, artêşa wan nemaye û hema bêje tiştek di destê wan de nemaye."
Ev gotinên Trump di demekê de ne ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Washington li benda bersiva Tehranê ye.
Armanca van pêşniyaran bidawîanîna wî şerî ye ku di navbera her du aliyan de derketiye.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê roja înê li Romaya paytexta Îtalyayê ji rojnamegeran re got:
"Em li bendê ne ku îro bersiva wan bigihêje me.
Ez hêvî dikim pêşniyareke cidî be, bi rastî ez hêviya vê yekê dikim."
Çarenivîsa 'Projeya Azadiyê'
Donald Trump di bersiva xwe ya Rûdawê de behsa "Projeya Azadiyê" jî kir.
Trump eşkere kir ku niha ev Proje hatiye rawestandin lê îhtimala destpêkirina wê heye û anî zimên:
"Ez bawer nakim ku di vê kêliyê de pêdivî bi destpêkirina wê hebe lê eger her tişt neyê mohrkirin û bi dawî nebe, em dê rêyeke cuda hilbijêrin."
Trump her wiha eşkere kir ku rawestandina Projeyê li ser daxwaza Pakistanê bûye û got:
"Ji me hat xwestin ku em rawestînin.
Serokwezîrê Pakistanê yê ku dostê me ye, wekî hûn dizanin Serokwezîr û Mareşalê Pakistanê, ev daxwaz kir."
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku "Projeya Azadiyê" projeyeke "gelekî baş" bûye û wekî vebijêrkek di destê wan de dimîne û da zanîn:
"Eger ev hewl negihêjin encamekê, dibe ku em vegerin ser Projeya Azadiyê lê vê carê dê ne tenê Projeya Azadiyê be, dê Projeya Azadiyê û çendîn tiştên din jî li gel bin."
Trump 3yê vê mehê destpêşxeriya "Projeya Azadiyê" ji bo rizgarkirin û rênîşandana keştiyên bazirganî yên ku li Tengava Hurmizê asê mane ragihandibû lê piştî kêmtirî 48 saetan ew rawestandibû.