Li Rûsyayê salvegera 81emîn a ‘Serkeftin’ê hat pîrozkirin
Moskow (Rûdaw) - Li Meydana Sor a Moskowayê salvegera 81emîn Serkeftina Rûsyayê ya di Şerê Cîhanê yê Duyem de bi merasîmeke leşkerî hat pîrozkirin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di merasîmê de axivî û tekezî li ser rola dîrokî ya gelê Sovyetê ya di têkbirina Nazîzmê de kir.
Şer bandor li pîrozbahiyan kir
Pîrozbahiyên îsal ji ber berdewamiya şerê Ukraynayê û fikarên ewlehiyê ji salên borî cuda bûn.
Ji ber metirsiya êrişên dronan, amûrên leşkerî yên giran li meydanê nehatin nîşandan û hejmara mêvanên biyanî jî gelekî kêm bû.
Tenê Serokên Belarûs, Kazaxistan, Laos, Ozbekistanê, Serokwezîrê Slovakyayê û Şahê Malezyayê di merasîmê de amade bûn.
Vladimir Putin: Gelê Sovyetê cîhan rizgar kir
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di axaftina xwe de amaje bi girîngiya vê rojê kir û got:
"Em dê qehremaniya gelên Sovyetê her tim bi bîr bînin.
Di têkşikandina Nazîzmê de para sereke ya gelê Sovyetê bû.
Gelê Sovyetê him welatê xwe him jî cîhan rizgar kir.
Wan dawî li xerabkariya xedar anî.
Wan serwerî vegerand wan dewletên ku xwe radestî Almanyaya Naziyan kiribû û bûbûn hevkarên guhdar ên sûcên wê."
Kevneşopiya siwariyan didome
Tevî sînordarkirinên ji ber şer jî li park û qadên cuda yên Moskowayê çalakiyên wekî merasîmên yekîneyên siwarî hatin lidarxistin.
Rûs bi vî awayî hewl didin girîngiya vê rojê ji bo nifşên nû bi bîr bînin.
Tevî ku di artêşên îroyîn de yekîneyên siwarî nînin jî li Rûsyayê ji bo merasîmên pîrozbahiyê ev kevneşopî hîn jî tê parastin.
Birêvebirê Dibistana Siwariyê ya Kremlînê Boris Petrov li ser vê mijarê got:
"Parastina kevneşopiya siwariya leşkerî, ji bo perwerdekirina nifşên nû gelekî girîng e.
Siwarên me parêzvanên kevneşopiya neteweyî ne û wê kevneşopiyê vediguhêzin ji bo nifşên nû.
Ew, di navbera raboriya me û îroya me de xelekeke girêdanê ne."
Li Rûsyayê "Roja Serkeftinê" cejna dewletê ya herî sereke ye.
Ji bo gelên Sovyeta berê û bi taybetî ji bo gelên Rûsyayê ev roj xwedî wateyeke gelekî girîng e.
Lewra li Sovyetê ti malbatek tunebû ku di şerê li dijî Nazîzmê de qurbanî nedabe.