Li Senatoya Amerîkayê alarm

 

Navenda Nûçeyan – Avahiya Senatoya Amerîkayê li ser îxbara paketek bi guman hat valakirin.

 

Berdevkê Yekîneya Polîsên li Kongreya Amerîkayê Kimberly Schneider ragihand li ser îxbara paketek bi guman a li ofîsa xebatan a Avahiya Senatoya Amerîkayê ve, avahî hat valakirin.

 

Kimberly Schneider diyar kir paketa guman di beşa Dirksen mezela G-40ê ve hat dîtin û wiha domand: “Lêkolîna polîsan didome û ji bo ewleyê çend qadên avahiyê hatine valakirin.”

 

Hat gotin piştî îxbarê li derdora Kongreyê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û derbarê bûyerê de lêkolîna polîsan didome.

 

Hat zanîn ji ber sedema îxbarê civîna ku li avahiya Rêveberiya Ewlekariya Ragihandinê didoma hat betalkirin.