Macron: Greenland ne ji bo firotinê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, teqez kir ku Girava Greenlendê ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran anîbû ziman ku dixwaze bixe bin kontrola welatê xwe, ne ji bo firotinê ye.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron Macron, di vekirina Konferansa Okyanûsê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî.
Ev cara sêyemîn de ku Konferansa Okyanûsê bi mazûvaniya Fransayê tê lidarxistin,
Macron bal kişand ser wê yekê ku xeteriyên li pêşiya okyanûsan û krîza guherîna keşûhewayê ne mijarên fikrî an jî relatîf in, belkî rastiyên ku pişta xwe didin zanistê ne.
Macron her wiha behsa Girava Greenlendê kir ku di navbera Okyanûsa Arktîk û Atlantîkê de ye û Trump dixwest bixe bin kontrola welatê xwe.
Macron got, "Greenlend ne ji bo standinê ye; Antarktîka û deryayên vekirî jî ne ji bo firotinê ne."
Tê payîn ku Macron ku di 15ê Hezîranê de here Girava Greenlendê û bi Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen û Serokwezîrê Greenlendê Jens-Frederik Nielsen re jî hevdîtinê bike.
Li gorî daxuyaniya Koşka Elysee, her sê serok dê li ser mijarên "guherîna keşûhewayê, veguherîna enerjiyê, ewlehiya dabînkirina mîneralên krîtîk û her wiha ewlehiya li Atlantîka Bakur û Arktîkê" rawestin.
Daxuyaniyên Trump ên derbarê Greenlendê de
Trump, piştî ku hatibû hilbijartin û dest bi kar kiribû, gelek caran gotinên xwe yên derbarê pêwîstiya ketina Greenlendê ya bin kontrola welatê xwe de dubare kiribû û parastibû ku xwedîderketina li mulkiyet û kontrola Giravê "pêwîstiyeke mutleq" e.
Trump di Adarê de di axaftina xwe ya ji bo Kongreyê de gotibû, "Ji bo ewlehiya neteweyî û heta ji bo ewlehiya cîhanî jî Greenlend xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Ji bo misogerkirina vê yekê, em bi hemû aliyên pêwendîdar re dixebitin. Em dê bi vî awayî yan wî awayî bi dest bixin."
Serokê Amerîkayê îdia kiribû ku xwedîbûna Amerîkayê ya li Greenlendê ji bo "parastina cîhana azad" pêwîst e.
Van gotinên Trump, di serî de ji aliyê rayedarên Greenlendê ve, bibûn sedema bertekên gelek aliyan.
Serokwezîrê wê demê yê Greenlendê Mute Bourup Egede gotibû, "Greenlend aîdî gelê Greenlendê ye.
Em ne ji bo firotinê ne û em dê tu carî nebin ji bo firotinê. Em dê têkoşîna xwe ya azadiyê ya demdirêj ji dest nedin."
Greenlend ku ligel Giravên Feroeyê yek ji du herêmên xweser ên di bin sîwana Keyaniya Danîmarkayê de ye, 2 hezar û 900 kîlometre dûrî Danîmarkaya ku girêdayî wê ye.