Li Swêdê Kurd û Xrîstiyan komên mafyayî li dijî hev çêdikin
Stockholm (Rûdaw) - Kurd û Xrîstiyanên ku li Swêdê dijîn, çend komên çete û mafyayî li dijî hev çêkirine û her yek ji wan li bajarên xwe bac û xûkiyan ji zengîn û karsazên biyanî yên Swêdê distînin.
Eskilstuna û Södertälje ku du bajarên Swêdê ne, wek bajarên Xrîstiyanên diasporayê tên hejmartin. Xrîstiyanên wir ku piraniya wan xelkê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ne, çend caran bela xwe li Kurd û erebên bajêr dane.
Kurdan jî çend kom li dijî wan çêkirine.
Li gor çalakvanekî Xrîstiyan, tepeserkirina wan li welatên wan, arezûya tolstandinê di nava wan de çandiye û vê yekê wek sedema peydabûna wan grûpna dibîne.
Xrîstiyanên biyanî li ser Kurdan bûne metirsî
Xrîstiyanên biyanî li Swêdê nêzîka 120 hezar kesî hene ku piraniya wan li wan herdu bajarên Swêdê dijîn û niha di nav xwe de rengekî yekîtiyê dirust kirine û bûne metirsî li ser kêmîneyên Kurd û Ereb li wan herdu bajaran.
Nasih Şerîf ku 22 sal e li bajarê Södertälje dijî ji Rûdawê re got:“Çavkaniya vê tevgera Xrîstiyanan, çewsandina rabiro ye.”
Nasih ku mamoste ye, wiha domand: “Di nav hemû pêkhateyan de mirovên xirab hene. Komên Esabeyên Suryanî li vî bajarî, fena komên mafya yên Kurd ên bajarê Yotoborî ne ku her meh bacê ji navend û zengînên Kurd distînin.”
Peydabûna komên çete û mafyayê li piraniya bajar û navçeyên ku hejmareke zêde ya heman pêkhateya penaberan li wan heye, bûye diyarde. Kurd li Yotoborî û suryanên Eskilstuna û Södertälje û erebên Rinkeby li Stockholmê mînakên berçav in.
ji Almanyayê hatine dersînokirin
Ev grûp destpêka salên notî yên sedsala borî peyda bûn û piraniya wan ew bûn ku ji Almanyayê hatin dersînorkirin.
Xrîstiyanekî Eskilstunayê ni navê bajarê Yaqo jî wiha got: “Çimkî wê çaxê teknîkeke baş bo dîtina wan kesan nebû, piraniya me li Swêdê vehewiyan.”
Yaqo bi grûpekê ji wan koman re kar kiriye û niha dev jê berdaye.
Ew di sala 1992an de çûye Almanyayê.
Yaqo wiha doamnd: “Min bi komeke Xrîstiyanên Sûriyê re kar kir. Em li Dusseldorfê rastî şerekî hatin û çimkî mafê min ê mabûna demkî hebû, ez hatim dersînorkirin.”
Bi nerîna Yaqo, piraniya wan koman ji bo peydakirina navdariyê wî karî dikin lê hin kom bazirganiya madeyên hişber dikin û bacan distînin.
Yaqo red dike ku sedemên siyasî li pişt van karan hebin, lê dibêje ku ev kom “rûyekî kirêt ê Xrîstiyanên vî welatî” nîşan didin.
Komên suryanî xelk ji hin bajaran qewitandine û pere ji karsazan standine, nemaze yên ku suryanî li ba xwe nexebitandine.
Ebas Atif ku bi eslê xwe ji Xaneqînê ye û dikana wî ya berberiyê hebû.
Ebas Atif jî wiha axaft: “Ji ber gefa suryanan ku min pere nedane wan û qaşo min kesûkarên wan wernegirtin, du caran dikana min şewitandin. Lewra min bi neçarî dev ji wî bajarî berda.”
Sara li Södertälje mamoste ye û dibêje: “Eger tu li vî bajarî kar bikî û cihê te xuya be, dijwar e tu hêsankariyê ji wan re nekî yan tu her meh pereyan nedî wan.”
"Ji tirsa pere didin Kurdan”
Piştî gefên wan li ser çend cihên kurdî, komeke ciwanan ku nêzîkatiya wan bi partiyên Bakurê Kurdistanê re hebû, bi berovajî gef li cihên suryanan kirin û di encama karekî de jî beriya salekê du kes bûne qurbanî û kesek ji van jî hat kuştin.
Sara ku ji ber van karan bajarê xwe terikandiye, ji Rûdawê re got: “Karên bi vî rengî bandorê li ser aştiya civakî dikin. Ji tirsa komên Suryanî, me pere didan komên Kurdî.”
Li welatên Skandinavyayê, partiyên Xrîstiyanî beşekî ji hevkêşeya siyasî ya welatên xwe birêve dibin û rola wan di hilbijartinan de heye.
Swêd û Fînlenda du mînakên berçav ên wan welatan e ku li ser parastina Xrîstiyanên Rojhilata Navîn kok in û tew bi partiyên nijadperest re jî kok in.
Endama Partiya Demokrat a Xrîstiyanî ya Swêdî Ola Svanson dibêje:
“Guhdana Partiya Demokrat a Swêdî, ne ji ber xatirê Xrîstiyanan e, lê dixwaze heman guhdanê bide misilmanên vî welatî jî.”
Bandora li ser partiyên siyasî
Li gor Olayê, bingeha karê van partiyan ew e ku resentiya şêniyên Swêdê biparêzin û ev dibe hîmê dijatîkirina biyaniyan çi misilman bin an xrîstiyan bin.
Beriya demekê di helwesteke neçaverêkirî de, serokê Partiyên Swêdî ya Demokrat ku li dijî biyaniyan e li Swêdê, behsa Xrîstiyanên Swêdê kir û got: “Ew qurbaniyên destê îslamiyan e.”
Afram Yaqûb ku Xrîstiyanekî diyasporayê ye, wiha got: “Siyaseta nû ya Demokratên Mesîhî bo beloqkirina meseleya valakirina Iraqê ji Mesîhiyan, hizireke regezperest li hundirê Swêdê berhem tîne.”
Wek Kurd û neteweyên din, rola Xrîstiyanên Swêdê jî di berfirehbûna cemawerî ya partiyan de heye.
Hurmiz Hebîb Xrîstiyanekî bajarokê Şeqlawe ye ku niha li Stockholmê dijî û ji Rûdawê re got “Wek her welatekî din hevrikiyên siyasî ji hêla partiyan ve tên bikaranîn û Xrîstiyan jî tên bikaranîn.”
Bi nerîna Hurmiz, dûriya Xrîstiyanên bi esl ji Herêma Kurdistanê ji siyasetê, rola wan lawaz kiriye, “ev yek jî dihêle ku Xrîstiyanên Bakur û Rojava bêhtir serdest û li pêş bin.”