TEKSAS - Ji ber lehiyan 109 kes mirine
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê hejmara kesên ku di karesata lehiyê de mirine bûye 109 û çarenivîsa 161 kesan jî ne diyar e.
Parêzgarê Teksasê Greg Abbott ragihand ku piştî karesata lehiyê ya hefteya borî ya li hinek herêmên eyaletê hejmara miriyan gihiştiye 109an.
Greg Abbott di civîneke rojnamegeriyê de eşkere kir ku tenê li herêma Kerrvilleyê 94 kes mirine.
Abbott her wiha diyar kir ku “Tenê li yek herêmê 161 kes hîn winda ne û hêviya ku ew bi saxî bên dîtin kêm dibe.”
Piraniya miriyan li herêma Kerr Countyê bûn ku li wir Çemê Guadalupeyê ji ber baranên dijwar di ser ve çûbû.
Li aliyê din, Servîsa Hewayê ya Neteweyî (NWS) şeva borî hişyariya lehiyeke dijwar da û li New Meksicoyê jî lehiyeke ji nişka ve çêbû.
NWSê li New Mexicoyê rewşa awarte ya lehiyê ragihand û hişyarî da xelkê Ruidoso ku "li hemberî lehiyê hişyar bin."
Li gorî planê Serokê Amerîkayê Donald Trump 11ê Tîrmehê dê li gel hevjîna xwe Melania Trumpê here cihên ku ji lehiyê zerer dîtiye.