Dadgeheke Almanyayê: Divê hikûmet vîzeyê bide Efxanan

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Îdarî ya Berlînê ragihand ku ragirtina vîzeyê ji bo jineke Efxan "ne yasayî" ye û pêwîst e rê jê re were vekirin da ku bê Almanyayê, ji ber ku jiyana wê ji aliyê Talîbanê ve di metirsiyê de ye.

Hikûmeta berê ya Almanyayê soza wergirtinê dabû Efxanan lê ew biryar paşê hatibû rawestandin.

Lê dadgehê diyar kir ku divê hikûmet pêbendî bernameya xwe be û "demildest" tevbigere.

Dadgeha Îdarî ya Berlînê 8ê Tîrmehê ragihand ku biryara Hikûmeta Almanyayê ya nedana vîzeyê ji jineke Efxanî re "ne yasayî" ye.

Dadgehê biryar da ku divê rê ji bo wê û malbata wê were vekirin da ku biçin Almanyayê.

Her wiha hat gotin ku belgeyên wê jinê îspat dikin ku eger ew ji Pakistanê dersînorî Efxanistanê were kirin dê jiyana wê bikeve bin metirsiyê.

Jineke Efxan a ku koçberî Pakistanê bûye li Dadgeha Îdarî ya Berlînê gilî tomar kiribû.

Li gorî medyaya Almanyayê, ew û 13 endamên malbata xwe li benda vîzeya Almanyayê ne û metirsiya dersînorkirina wan a ji Pakistanê heye.

Dadgehê ferman li Wezareta Karên Derve ya Almanyayê kiriye ku "demildest" tevbigere. Niha nêzîkî 2 hezar û 400 Efxanistanî li Pakistanê li benda vîzeyê ne.

Ji bo Efxanên ku jiyana wan di metirsiyê de ye, hikûmeta berê ya Almanyayê sala 2022yan "Bernameya Federal a Wergirtinê" dabû destpêkirin.

Li gorî bernameyê, hikûmetê soz dabû ku wan Efxanên ku beriya desthilatdariya Talîbanê di sazî û rêxistinên Almanyayê de kar kirine û ji ber vê yekê metirsiya tolkirinê ji aliyê Talîbanê ve li ser wan heye, bîne Almanyayê.

Lê belê, bi tundkirina siyaseta koçberiyê ji aliyê hikûmeta niha ya Almanyayê ve, ev bername îsal hatibû rawestandin.

Çi bûbû?

Daîreya Federal a ji bo Koç û Penaberan (BAMF) Çiriya Pêşîn a 2023yan soza wergirtinê dabû malbatê.

Li ser vê yekê, wan li Balyozxaneya Almanyayê ya Îslamabadê serî li vîzeyê lê belê ev serlêdan nehat pejirandin, tevî ku bernameya federal a ji bo wergirtina Efxanên di bin xeteriyê de hê di payîza 2022yan de dest pê kiribû.

Li ser vê yekê, jin û 13 endamên malbata wê serlêdaneke lezgîn pêşkêş kiribû.

Wan da zanîn ku mafê wan ê wergirtina vîzeyê heye û ew nikarin zêdetir li Pakistanê bimînin.

Li wir, metirsiya dersînorkirina wan a ji Efxanistanê heye, cihê ku ew neçar in ji bo jiyana xwe bitirsin. Dadgeha Îdarî ya Berlînê niha ev serlêdan qebûl kir.

Li gorî berdevka dadgehê, piştî vê biryarê Wezareta Karên Derve neçar e ku demildest tevbigere.

Lê belê li dijî vê biryarê mumkin e ku li Dadgeha Îdarî ya Bilind a Berlîn-Brandenburgê îtiraz bê kirin. Heke wezaret vê yekê bike, dibe ku derengketin çêbibin.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Federal, li Pakistanê nêzîkî 2 hezar û 400 kesan li benda vîzeyê ne.