Fînlandiya mefê rûniştinê dide koçberên Kurd
Hêlsînkî (Rûdaw) – Her çend dihate pêşbînîkirin ku Parlamentoya Fînlandiyayê derbarê penaberan de bi lezgînê yasayeka nû derbixe jî hikûmeta vî welatî bi bêdengî mafê rûniştina mayînde da hejmarek penebaren ku hinek ji wan Kurd in.
Koçberê bi navê Diyar, par Kurdistan bicî hişt û berê xwe da Fînlandiyayê. Piştî salekê mafê rûniştinê wergirt. Lê ew li hember nêrîna Fînlandiyan a li hember Kurdan û penaberan, nîgeran e.
Diyar xwe weke nifşê nû yê Kurdên Fînlandiyayê dide naskirin û dibêje: “Emê vê nêrîna Fînlandiyan û Ewropiyan a li hember Kurdan biguherin. Êdî ew dem bi dawî hat ku Kurdên li vî welatî weke tolaz bên naskirin an jî tenê ew kes bin karê xwaringehan bikin. Êmê jib o pêşxistina civakê kar bikin.”
Li gor nêrîna Diyar, hikûmeta Fînlandiyayê mafê rûniştinê daye wan kesan ku ewên karîne di kampan de xwe li gel çanda vî welatî biguncînin.
Ew dibêje: “Siyaseta wergirtina penaberan a hikûmeta vî welatî ew e ku kîjan penaber sûdê bigehîne wan, wî/wê werdigrin.”
Li gor zanyariyên Rûdawê ji 7 kampên penaberan ên li bajarên Helsînkî, Turku û Lahtiyê, nêzîkê 240 kes hatine qebûlkirin. Ji bilî vê hejmarek koçberên Sûrî û Efganî jî weke koçbeên şer hatine naskirin. Beşek koçberên ji Kurdistanê û Iraqê li kampên bakûr di bin çavdêriyê de ne. Egerek bi hêz heye ku ew jî mafên rûniştinê werbigrin.
Hejmarek zêde yên penaberan li hember şertên jiyana kampan û sermaya Fînlandiyayê xwe ranegirtin û berê xwe dane welatên din, hinek jî vegeriyane welatên xwe.
Diyar xwe ji wan cuda dibîne û dibêje ku îradeya wî bi hêz bûye û ew jiyana tehl jî şêweyek ceribandinê bûye.
Berpirsa dosyaya Diyar û hevalên wî, Ula Akusta jî dibêje, li ser zîrekî û jêhatîbûna mirovan cudakarî nayê kirin. Ji ber ku wergirtina penaberan li gor temambûna belgeyên wan e.
Zanyar Sadik yek ji wan ciwanan e ku mafê rûniştinê wergirtiye. Zanyar xelkê Silêmaniyê ye û diyar dike ku bi tevê wergirtina mafê rûniştinê jî ne dûr e ew biryara vegera Kurdistanê bide.
Berovajiyê Diyar, Zanyar bê hêviye ku piştê vê temenê 34 saliya xwe bikare li gel civaka vî welatî bigunce. Herwiha ew dide zanîn ku bi naçarî û bêhîtiyê ji Swêd û Elmanya ve hatiye Fînlandiyayê.
Zana ku xelkê Hewlêrê ye û karê temîra (saxberî) otomobîlan kiriye, yek ji wan kesan e ku meha borî mafê rûniştinê wergirtiye.
Zana dema gehiştiye Fînlandiyayê yeksek dest bi karê temîrê kiriye. Vê yekê jî bala berpirsên fermangeha koçbersan kêşaye. Zana dibêje ku wî mafê rûniştinê wergirtiye, niha jî pêwîstiya wî bi fêrbûna ziman heye.
Guhertina nêrîna li hember Kurdan
Kurdên Fînlandiyayê piranî weke ew kesên karê xwaringehan dikin, herwiha yên fêlbaziyan dikin û xwe ji bacdanê vedidizin, tên naskirin.
Penaberên nû yên ji Rûdawê re axivîn jî ji vê nasnavê ne razî ne û ew dixwazin vê nêrînê biguherin.
Diyar dibêje ku ew xwedanê nasnameyek din in û nabin weke yên beriya xwe. Herwiha dikarin bi kar û kiryarên xwe Fînlandiyan mat bikin. Wî ji berpirsê dosyeya xwe re jî gotiye ewê hewlek cidî bidin ji bo koçberên nû hişyar bikin û bibin xwedanê jiyanek rêkûpêk.