Tirkiyeyê li ser peymana Azerbeycan û Ermenistanê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li peymana aştiyê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de dikin û ew gav ji bo aştî û aramiya herêmê wekî “pêşhateke gelekî girîng” bi nav kir.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê şeva borî li ser peymana aştiyê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Wezaretê diyar kir ku ew ji peymana ku ji bo avakirina aştiyeke mayînde hatiye îmzekirin û ji îradeya ku li Washingtonê hatiye nîşandan, kêfxweş in û got:
“Di demekê de ku nakokî û krîzên navneteweyî her ku diçe zêde dibin, ev gava ku hatiye avêtin, ji bo misogerkirina aştî û aramiya herêmê pêşhateke gelekî girîng e.”
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê da zanîn ku ji bo aramî û bextewariya Qefqasyaya Başûr derfeteke dîrokî derketiye holê û wiha li pey çû:
“Wekî Tirkiye, em dê ji bo bicihanîna vê derfetê piştgiriya xwe bidomînin û hewlên Azerbeycanê piştgiriyê bikin.”
Wezaretê her wiha spasiya hewlên birêvebiriya Amerîkayê yên di vê pêvajoyê de kir.
Li Koşka Spî ya Washingtonê doh bi navbeynkariya Amerîkayê, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan û Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev peymaneke aştiyê îmze kiribû.
Merasîma îmzekirinê bi mazûvaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rê ve çûbû.
Armanca peymanê bidawîanîna nakokiyên di navbera her du welatan de, avakirina aştiyeke mayînde, vekirina bazirganî, geşt û pêwendiyên dîplomatîk û rêzgirtina li serwerî û yekparçebûna axa her du welatan e.
Ev lihevkirin piştî şerê dehan salan ê li ser herêma Qerebaxê tê ku sala 1988an dest pê kiribû.
Azerbeycanê di operasyonên salên 2020 û 2023yan de kontrola herêmê bi dest xistibû.
Xaleke sereke ya peymanê, avakirina korîdoreke veguhastinê ye ku di nav axa Ermenistanê re derbas dibe û Azerbeycanê bi Nexçivanê ve girê dide.
Li gorî peymanê, mafê bipêşxistina vê korîdorê ku wekî “Rêya Trump a Aştî û Bipêşketina Navneteweyî (TRIPP)” hatiye binavkirin, ji bo 99 salan radestî Amerîkayê hatiye kirin.