Dadgeha Bilind a Ewropayê ceza da Hikûmeta Îrlandayê
Dusseldorf Dadgeha Bilind a Dadê ya Ewropayê di berjewendiya du koçberên niştecihê Îrlandayê de li dijî hikûmeta wî welatî biryar da.
Her du koçberan tevî ku daxwaza mafê penaberiyê kiribûn û li gorî yasayên Yekîtiya Ewropayê divabû Hikûmeta Îrlandayê cihê hewandina wan peyda bike lê li ser kolanan mabûn û kûponeke 25 euroyî dabûn wan.
Hikûmeta Îrlandayê diyar kir ku ew kes danîne ser kolanan çimkî cihê stargeha wan nemaye û koçberên Ukraynayî hemû cih girtine.
Dadgeha Ewropayê eşkere kir ku bi tu hincetê mafê ti hikûmeta Ewropayê nîne ku ewlehiya laşî û derûnî ya kesekî ku daxwaza mafê penaberiyê kiriye bixe metirsiyê.