Di Konferansa Aştiyê de ji Alan û kurdan re nimêj kirin
Hewlêr (Rûdaw)- Konferansa di bin navê “Aştî Dikare Herdem Hebe” li welatê Albanya bi dawî hat. Di wê konferansê de ji Alan Kurdî û gelê kurdan re nimêj kirin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya û endamê wî konferansî, Rêzan Heme Salih ji Rûdawê re ragihand: “Hemû endam û olan behsa rola kurdan di pêkvejiyana aştiyane ya olan kirin.”
Rêzan Heme Salih wiha got: “Di konferansê de behsa ew zarokê kurd (Alan Kurdî) jî kirin, ku mijarekî bi bandor bû di konferansê de. Di dawiya konferansê de hemûyan li ser rihê Alan û ji bo gelê kurd, nimêj kirin.”
Derbarê helwesta beşdabûyan li hember gelê kurd, Heme Salih ragihand: “Hemû aliyan û bi taybetî ibrî û mesîhiyan rola kurdan bilind nirxandin û spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin li ser pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye.”
Herwiha derbarê helwesta nûnerên Iraqê jî, Rêzan Heme Salih wiha domand: “Îslamiyn sunî yên Iraqê bi ti awayekî behsa rola kurdan nekirin, lê belê daxwaz kirin ku navê Kurdistanê neyê ser zimanan, lê aliyên şîe ji wan nerimtir bûn û helwesta wan ne wek a sîniyan bû.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya wiha got: “Serokê Mesîhiyên Iraqê, Petiryak Monsiyor Sako gelekî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, li ser wê azadî û pêkvejiyana olî ku li Kurdistanê heye.”
Konferansa “Aştî Dikare Herdem Hebe”, salane lidar dikeve û her salekê li welatekî birêve diçe. Îsal li paytexta Albanya, Tîrane di 6ê vê mehê dest pê kir û duhî bi dawî hat.