Berdevkê PDKê: Kurdên li diyasporayê dikarin li ser welatan bibin guvaş

St. Petersburg (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand: “Kurdistaniyên li diyasporayê dikarin ji bo pêvajoyê giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê li ser welatên ku lê dijîn, bibin guvaş.”

 

Şandeke ji Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Mehmûd Mihemed, ji bo beşdariya ahenga piştgiriya referanduma Kurdistanê û vekirina ofîsa Komeleya Yekbûna Kurdên St. Petersburgê çûn Rûsyayê.

 

Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re diyar kir, ku armanca wan a sereke ya hatina Rûsyayê beşdarbûna mîtînga kurdên Yekîtiya Sovyeta Berê ku dê pêk bînîn û got: “Herwiha ji bo pîrozkirina mala Kurdan ku ji nû ve vedikin ji bo komkirina kurdan li cihekî û geşepêdana çanda Kurdî û zimanê Kurdî. Bi rastî mîtînga mezin ku ew dixwazin îro birêve bibin, beşek ji piştgiriya kurdên cîhanê ji bo 25ê Îlonê û beşdariya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ye.”

 

Li ser giringiya piştgiriya Kurdên li derveyî Başûrê Kurdistanê bo referandumê Mehmûd Mihemed aşkere kir: “Nêrîna hemû Kurdan û piştgiriya hemû Kurdên li welatên cîhanê giring e. Bi taybetî li vir, li dewleteke mezin ku li Rûsyayê dijîn, dikarin bibin balyoz, û peyama rasteqîn a xelkê Kurdistanê bigihînin wan, da ku piştgiriya Rûsyayê ji bo siberoja Kurdistanê berdest bikin ji hemû aliyan. Ji ber vê yekê, ji aliyê xwe ve bandora Kurdan li ser siyaset û bernameyên welatên ku lê dijîn heye. Ew beşek ji civaka Rûsyayê û partiyên cûr bi cûr in û bandora wan heye û dikarin bibin beşek ji guvaşa ku bi ser wan welatan de tê kirin.”