Otobus û trênê li hev xist: Bi dehan mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Atlacomulcoyê yê Meksîkayê otobuseke rêwiyan û trêneke barhilgir li hev qelibîn.
Li gorî agahiyên destpêkê 10 kes mirine û 61 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, li herêma pîşesaziyê ya Atlacomulcoyê otobuseke duqat a rêwiyan dema hewl dida di ser rêya hesinî re derbas bibe li trêneke barhilgir qelibî.
Di qezayê de 10 kes mirin û 61 kes jî birîndar bûn û hat ragihandin rewşa hinekan ji wan giran e.
Gelek ambuans û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.