NATO bersiva Tirkiyeyê da: Herêma Tampon vê gavê ne di rojeva me de ye

Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku, pêkanîna “Herêma Tampon” ya ku Tirkiye daxwaza avakirina wê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê dike, nehatiye gotûbêjkirin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji paytexta Tirkiyeyê Enqerê di konfranseke rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglu de ragihand: “Pêkanîna herêmeke tampon ne di nav mijarên gotûbêjên NATOyê de ye. Ev mijar ne di civînên NATOyê de tê gotûbêjkirin.”

Tirkiyeyê daxwaza avakirina herêmeke tampon li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê kiriye “bo parastina xelkê ji êrişên DAIŞê” li nava Sûriyê û welatê Fransayê jî piştevaniya vê yekê kiriye.

Derbarê egera pêkanîna êrişeke bejayî li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê, Çavûşoglu jî di wê konfransê de wiha got: “Tiştek rast nîne ku li bendê bin Tirkiye bi tena xwe li dijî DAIŞê operasyonekê encam bide.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglu wiha domand: “Em niha di danûstandinana de ne û kengî em gehiştin biryarek hevbeş, wê demê dê Tirkiye di bicîhanîna erkên xwe de dudil nebe.”

Li ser avakirina “Herêma Tampon” li nav Sûriyê de jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond duh ragihandin ku dibe ku welatên wan avakirina herêmeke tampon gotûbêj bikin.

Lê Kongirêsa amerîkî ev yek red kir û ragihand ku, “Pêşniyara Tirkiyeyê bo pêkanîna herêmeke tampon niha ne di rojevê de ye lê belê destwerdana leşkerî ya bejahî tê gotûbêjkirin.”

Operasyonên hewayî yên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê berdewam in. Lê tê gotin ku ew operasyon nebes in û pêwîst e destwerdana bejayî jî bê kirin bo jinavbirina çekdarên DAIŞê.