Xelata Nobelê ya Aştiyê Tûnisê stand

09-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Komîteya Nobelê ya Norwêcê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya îsal da platforma Çar alî ya Diyaloga Neteweyî ya Tûnisê .

Komîteya Nobelê ya Norwêcê ragihand, wan ji ber ku platforma Çar alî ya Diyaloga Neteweyî ya Tûnisê demokrasiya piralî pêk anî ew xelatkirin.

Platforma Çar alî ya Diyaloga Neteweyî li Tûnisê sala 2011an piştî şoreşê ji bo li welêt demokrasiya piralî bi cih bibe hewl dabû û xebat kiribû.

Platforma Çar alî ya Diyaloga Neteweyî ya Tûnisê ji Sendîqaya Karkeran a Giştî ya Tûnisê (UGTT), Konfederasyona Zinaet, Bazirganî û Pîşeyê ya Tûnisê (UTICA), Yekîtiya Mafên Mirovan a Tûnisê (LTDH) û Yekîtiya Parêzerên Tûnisê pêk tê.

Komîteyê Nobelê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Platforma Çar alî ya Diyaloga Neteweyî ya Tûnisê ji çar saziyên civakî yên sivîl ên girîng ên ku li welêt in pêk tê. Ev her çar saziyên hanê nûneriya hêl û nirxên cihê yên civakê dikin. Van her çar saziyên hanê ji bo ku li Tûnisê mafên mirovan, hîmên bingehîn ên hiqûqê, bi cih bibin gelek hewl dan.”

 

Serokê Komîteya Nobelê ya Norwêcê  Kacî Kullmann Five di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat ragihand: “Wan him navbeynkarî kir û him jî ji bo ku demokrasiya aştiyane pêş ve biçe hewl dan. Ji ber van hewl û xebatan Xelata Aştiyê ya Nobelê ne yek bi yek di carekê de dan her çaran."



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst