'Eger Kurd bibin yek, rewşa Efrînê dikare bê guhertin'

09-10-2022
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Efrîn Serê Kaniyê Girê Spî Dagirkirin Tirkiye
A+ A-

Parîs (Rûdaw) - Bi boneya sêyemîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li Enstîtûya Kurdî ya Parîsê 3 semîner hatin lidarxistin. Di van semîneran de lêkolînên derbarê herdu navçeyan pêşkêş kirin û rewşa giştî û guhertina demografîk ku Tirkiyê cîbicî dike vegotin. Endamê Komîteya Hevsoziya Ewropî - Amerîkî bo Efrîne Dr. Menan Selman dibêje “Bi kodengî û yekhelwestiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê û danûstendina digel Sûriyê rewşa Efrînê dikare bê guhertin.” Akademisyenê çandiniyê ji bajarê Serê Kaniyê Dr. Îbrahîm Muslim jî da zanîn ku hejmara Kurdên van her du navçeyan kêmtirî hezar kesî ye.

Sê akademîstên Kurd û Fransî ji bo salvegera êrîşên Tirkiyê yên li ser Girê Spî û Serê Kaniyê; di sê panelan de lêkolînên xwe yên derbarê rewşa wan deveran de pêşkêş dikin.

Îbrahîm Muslîm bixwe ji Girê Spî ye, li gorî lêkolînên ku wî kirine, hejmara Kurdan herî zêde niha li Girê Spî 1000 kes in. Mal û erdên wan ên çandinyê jî ketîne destên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û kesên nêzîkî wan.

Akademîstê ji Girê Spî Dr. Îbrahîm Muslîm dibêje “Tiştên ku niha çê dibin gudewarên Kurdan giştî birine. Gund gişt kirine yek, erdên wan gişt kirine yek. Hikûmeta Tirkiyê pir alîkariya ew meclîsên ku li wê derê çi li Girê Spî çi jî li Serê Kaniyê avabûne dike. Kurdên li Girê Spiyê bixwe kêmî hezar mirov in.

Dr. Menan Selman 50 sal e li Parîsê dijî. Selman ji Efrînê ye. Ew di wê baweryêda ye, bi kodengî û yekhelwestiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê û danûstendina digel Sûriyê rewşa Efrînê dikare bê guhertin.

Endamê Komîteya Hevsoziya Ewropî - Amerîkî bo Efrîne Dr. Menan Selman got “Em Kurdên Sûriyê gişt bi hev ve girêdayîne. Efrîn bi tenê nabe, Kurdên Kobanî, Heleb, Şam, Hema û Cizîrê bi hev grêdayî ne. Eger em Kurd nebin yek, derdê Efrînê derman nabe, derdê Kobanî, Cizîrê, Qamişlo û Şamê derman nabe.”

Xanima genc Alice Boughalem, şarezaya pirsên yasayî li saziya Sûrî ji bo Rastî û Dadmendiyê ye. Li gorî lêkolînên wan, li Serê Kanyê proseyek tê birêvebirin ku guhertina demografî jê dirust dibe.

Şarezaya yasayî Alice Boughalem anî ziman “Li Serê Kaniyê ji sala 2019an û vir ve an jî ku piştî operasyona Kaniya Aştiyê me hejmareke mezin a binpêkirinên mafên mirovan tomar kirine, ku di nav de kuştin, îşkencekirin, desteserkirin, revandin û pêvajoya guhertina demografîk bi rêya talankirin û biserdergirtina malên welatiyên xwecihî ku piraniya wan Kurd in. Her wiha bi rêya destbiserdegirtina malên xelkên din ên xwecihî yên wekî xelkê Êzdî, kêmîneya Krîstiyan û yên din li herêmê.”

Li Parîs û gelek paytext û navendên navdewletî ji bo Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê lêkolîn û dokumêntên serpêçkariyan tên pêşkêşkirin lê biryarbdest û tenanet raya giştî ya Ewropî û Cîhanê lê nehatiye deng.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst