Zakharova: Em ji aloziyên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dilgiran in
Moskow (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê ragihand ku ew ji ber şer û aloziyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dilgiran in
Zakharovayê her wiha piştgiriya welatê xwe ya ji bo yekparçeyiya axa Sûriyeyê dubare kir.
Taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di bin dorpêça çekdaran de ne.
Çekdarên di kontrola Şamê de 6ê Çiriya Pêşîn êrişî wan her du taxên Kurdan kirubû.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê pirsên Rûdawê bersivandin.
"Em ji şer û aloziyên ku 6ê vê mehê de li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê derketin, nîgeran in."
"Pêwîstî bi diyalogeke berfireh heye"
Zakharovayê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bal kişand ser girîngiya diyalogê û got:
"Ji bo pêkanîna aramiyeke demdirêj li Sûriyeyê, pêwîstî bi diyalogeke berfireh heye."
Wê her wiha tekez kir ku divê rêz li maf û berjewendiyên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Sûriyeyê bê girtin û piştgiriya welatê xwe ya ji bo "parastina serwerî, yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê" dubare kir.
"Hilbijartin di rewşeke aloz de birêve çûn"
Maria Zakharovayê li ser hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê jî axivî û got:
“Me hilbijartinên 5ê Çiriya Pêşîn ên Encûmena Gel a Sûriyê şopandin.
Hilbijartin di rewşeke aloz a leşkerî û siyasî de hat lidarxistin û hilbijartin li herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê nehatin kirin."
"Em hinartinapetrola Herêma Kurdistanê baş dibînin"
Zakharovayê derbarê destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê jî got, "Em dubare destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê baş dibînin."
Ev pirs û bersiv în:
Rûdaw: Meha borî peymana petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de hat îmzekirin û hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê kir. Helwesta Rûsyayê li ser vê pêngavê çi ye?
Maria Zakharovayê: 27ê Îlonê hinartina petrola Îraqê bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê ji nû ve dest pê kir. Wekî ku hûn dizanin, ev boriya petrolê ji Adara 2023an ve rawestiyabû. Destpêkirina ji nû ve ya hinartinê, bi lihevkirina di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de, di çarçoveya Birêvebiriya Çavkaniyên Xwezayî de mimkun bû.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ev yek wekî dîrokî bi nav kir. Bexda hêvî dike ku ev bibe xaleke destpêkê ji bo çareserkirina bilez a pirsgirêkên din. Ji aliyê xwe ve, em pêşketinê baş dibînin. Em bawer dikin ku hewldanên di vê çarçoveyê de xizmeta berjewendiyên hemû gelê Îraqê dikin.
Rûdaw: 5ê vê mehê hilbijartin li Sûriyeyê hatin kirin û Durzî û Kurd beşdar nebûn. Helwesta Rûsyayê li ser hilbijartinê û bêparhiştina Kurd û Durziyan çi ye?
Maria Zakharova: Me ji nêzîk ve hilbijartinên 5ê Çiriya Pêşîn ên Meclisa Gel a Komara Erebî ya Sûriyeyê şopandin. Wekî ku hûn dizanin, endamên berê bi biryara konferansa serketina şoreşa Sûriyeyê, ku 29ê Kanûna Paşîn a îsal li Şamê hatibû lidarxistin, hatin betalkirin. Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Sûriyê ku 13ê Adara îsal ji aliyê Serokê Sûriyeyê ve hatibû pejirandin, 140 kes hatin hilbijartin û sêyek jî (70 kes) ji aliyê serokê dewletê ve tên tayînkirin.
Hilbijartin di rewşek aloziya leşkerî û siyasî de pêk hatin. Di van şert û mercan de, desthilatdaran biryar da ku li wan herêmên bakur, rojhilat û başûrê welat ên ku di bin kontrola Şamê de nînin, hilbijartin neyên kirin. Em van hilbijartinan ji bo baştirkirina karûbarên saziyên dewletê û bihêzkirina aramî û îstîqrara welat wekî bûyereke girîng dibînin di hewldanên serokatiya Sûriyeyê de.
Em hêvî dikin ku damezirandina parlementoyê dê bibe gaveke girîng ber bi avakirina sîstemeke birêvebiriya bibandor û domdar li Sûriyeyê ku li gorî daxwazên gelê Sûriyê be. Em hêvî dikin ku Meclisa Gel a Sûriyeyê ya nû nûnertiya hemû aliyan bike û karên mercên pêwîst ji bo misogerkirina yekîtiya neteweyî û parastina maf û berjewendiyên hemû welatiyan peyda bike, bêyî cûdahiya neteweyî û olî.
Rûdaw: 6ê vê mehê li taxên Kurdan ên Helebê di navbera komên çekdar ên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê û Kurdan de şer derket. Helwesta Rûsyayê li ser van aloziyan û zêdebûna aloziyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de çi ye?
Maria Zakharova: Li gorî raporên ku hatine belavkirin, 6ê Çiriya Pêşîn rewşa bajarê Helebê li bakurê Sûriyeyê gelekî aloz bû. Di navbera komên çekdar ên Kurd û hêzên hikûmetê de li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê pevçûn derketin.
Di encamê de qurbanî û birîndar hebûn. Agirbestê hat kirin û niha jî tê pêkanîn. Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bi eşkere pabendbûna xwe bi Peymana 10ê Adarê ya di navbera Şam û HSDyê de dubare kir.
Belê, em ji wan alozî û zêdebûna aloziyan li Sûriyeyê dilgiran in. Em îradeya siyasî ya ku ji hêla aliyan ve hatiye nîşandan dikin pêşwazî dikin ku ev yek bûye wesileya dawîhatina tundiyê.
Em hêvî dikin ku mercên pêwîst werin peydakirin ji bo ku em xwe ji xwînrijandina zêdetir biparêzin û çareseriyeke demdirêj bi dest bixin. Bê guman, rêgirtina li qurbaniyên sivîl girîng e. Em bawer dikin ku afirandina îstîqrara pêbawer û demdirêj li Sûriyeyê pêwîstî bi diyalogeke berfireh heye bi armanca bihêzkirina yekîtiya neteweyî, rêz li maf û berjewendiyên hemî pêkhateyên neteweyî û olî were girtin. Em bi vê yekê piştgiriya parastina serwerî, yekîtî û yekparçebûna axa Sûriyê dikin.