Almanya di dayîna welatînameyê de guherînan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Almanyayê projeyasayeke nû pesend kir ku sîstema dayîna welatînameyê ya penaberan hêsantir dike.

Li gorî yasaya nû, dema mayîna li Almanyayê ya ji bo serlêdana welatînameyê ji 8 salan ji bo 5 salan hat kêmkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt da zanîn:

“Gelî rêzdaran, projeyasa hat pêşkêşkirin û pesendkirin.

Em dayîna welatînameyê bi awayekî bilez hildiweşînin.

Ev ji bo xelkê û hemûyan nîşaneke zelal e."

Her wiha, astengiya li pêşiya hebûna du welatînameyan hat rakirin. Ev yek ji daxwazên sereke yên koçberan bû lê partiya rastgir a tundrew Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) li dijî wê derdiket.

Di yasayê de her çi qas hêsankarî hatibin kirin jî, şert û mercên wekî zanîna ziman û serbixwebûna aborî yên ji bo nîşandana entegrasyonê hatine parastin. Ev yek bûbû sedema dilgiraniya partiyên dijberî koçberan.

Parlamenterê Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) Yohan Hawg got:

"Ev çend meh in em dibînin ku Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan û Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyanan çend xwepêşandanan dikin û dirûşma hewldana ji bo rêgirtina li koçberan bilind dikin lê tişta ku ew qalê dikin ne bi bandor e."

Hinek partiyên mixalefetê jî rexne li projeyê girtin û gotin ku ev yek dibe sedema dersînorkirina kesên ku xizmeta Almanyayê dikin ku piraniya sektoran rûbirûyê kêmasiya hêza kar bûne.

Parlamenterê Partiya Çep Firat Gok jî anî ziman:

"Hûn xewna dersînorkirina kesên ku gelek xizmeta vî welatî kirine dibînin.

Pîroz be li we, hevpeymaniya partiyên Xiristiyan.

We tiştek kiriye ku Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê ti carî nedikarî bike."

Pesendkirina yasayê di demekê de ye ku îsal çûyîna koçberan a Almanyayê kêm bûye.

Li gorî Polîsê Almanyayê, di 4 mehên yekem ên îsal de 22 hezar û 170 koçber çûne wî welatî.

Di heman dema par de ev hejmar 83 hezar û 572 kes bû.