Netanyahu: Xelata Nobelê ya Aştiyê bidin Trump

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku divê Xelata Nobelê ya Aştiyê bidin Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Her wiha Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog jî heman bang kir.

Wêneyê bi hişê çêkirî

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya Xê wêneyekî ku bi hişê çêkirî hatiye amadekirin weşand.

Di wî wêneyê de, madalyoneke mezin a ku li ser "Xelata Nobelê ya Aştiyê" dinivîse di stûyê Trump de ye û Netanyahu jî li kêleka wî radiweste.

Di parvekirina ku tê de wêneyê bi hişê çêkirî heye, ev gotin hatine nivîsandin: "Xelata Nobelê ya Aştiyê bidin Serok Trump, ew heq dike."

Herzog jî heman bang kir

Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog jî vê sibehê di daxuyaniyeke nivîskî de, bangeke bi heman rengî kir û pêşniyar kir ku Xelata Nobelê ya Aştiyê bidin Trump.

Xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2025an dê sibe saet di 12:00an de bi dema Hewlêrê were eşkerekirin.