Neteweyên Yekbûyî: Tişta girîng ew e ku şer bi dawî bûye
Hewlêr (Rûdaw) Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser agirbesta li Xezeyê axivî û eşkere kir ku ji bo wan tişta girîng ew e ku şer bi dawî bûye.
Stephane Dujarric helwesta Sekreterê Giştî ya derbarê plana agirbestê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump de ji Rûdawê re ragihand ku ew ji ber lihevkirina aliyên şer planê pêşwazî dikin ne ji ber naveroka wê.
Dujarric bersiv da pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Abdullah û got, "Mebesta min ew e, li ser peymanê ji aliyê aliyên şer ve lihevhatin hatiye kirin. Ev tişta girîng e, ne wisa? Û ji ber vê yekê ew pêşwaziyê lê dike."
"Sekreterê Giştî ne aliyekî pevçûnê ye"
Dujarric tekez kir ku Sekreterê Giştî ne aliyekî pevçûnê ye û got, "Bi hewlên Serok Trump, Qeter, Misir û Tirkiyeyê, em gihiştine peymanekê.
Tişta girîng niha ew e ku hemû alî pêbend bin."
"Berpirsyariya me gihandina alîkariya mirovî ye"
Wî her wiha bal kişand ser rola Neteweyên Yekbûyî ya di vê pêvajoyê de û got, "Ji aliyê me ve, berpirsyariya me ya di vê peymanê de gihandina alîkariya mirovî ye."
Dujarric di dawiya axaftina xwe de amaje bi amadehiyên Neteweyên Yekbûyî kir û got, "Ez bawer im we guh da Birêz Fletcher ku bi awayekî zelal behsa wê yekê kir ku em amade ne çi bikin û em dê di demeke herî nêzîk de çi bikin."