Hillary Clinton bibe serok û wê hevjînê wê çi be
Hewlêr (Rûdaw)- First Lêydî, ango Xanima Yekem ji bo xanimên serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re tê gotin, lê heta niha hizir li wê yekê nehatiye kirin ku eger jinek li Amerîkayê bibe serok, wê ji hevjînê wê Bill Clinton re çi bê gotin.
Eger Hillary Clinton bibe seroka bê ya Amerîkayê wê jibîl Klintonê hevjînê wê re çi bê gotin, ev yek niha rojeveke germ e di nava malbata Klinton de û li gorî gotina Hillary divê kar li ser were kirin.