Xewna mezin a Erebistana Siûdî têk diçe: The Line rawestiyaye

Hewlêr (Rûdaw) - Projeya The Lineyê (Xet) ya ku wekî beşa herî bi mezin a projeya megabajar a bi navê "Neomê" ye û ji aliyê Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman ve sala 2017an hatibû destpêkirin, rastî pirsgirêkên cidî tê.

Bajarê ku li beravên Deryaya Sor dirêj dibe, bi soza qadeke jiyanê ya bê wesayit, bê kolan û bi emîsyona karbonê ya sifir bal kişandibû ser xwe.

Bajarê ku dihat plankirin 170 kîlometreyan dirêj be û mazûvaniya 9 milyon kesî bike, niha hem ji aliyê darayî û hem jî ji aliyê teknîkî ve di nava nezelaliyê de ye.

Dê bûbûya neynikeke çolê

Projeya The Lineyê di çarçoveya Vîzyona 2030î de wekî mînakek ji bo jiyana bajarî ya paşerojê hatibû sêwirandin.

Avahî dê li naverasta çolê bi du rûberên neynikî yên paralel ên qerase bihata dorpêçkirin û rûyê wê yê derve dê dîmenê derdorê nîşan bida.

Di hundirê wê de avahiyên 30 qatî yên bidardekirî, sîstemên klîmayê û hedefên belavbûna karbonê ya sifir dihatin plankirin.

Di Civîna Bilind a Davosê de ku The Line cara yekem bi awayekî fermî hatibû nasandin, dihate gotin ku li ser avahiyên 350 metre bilind, stadyumeke ji bo 45 hezar kesî tê plankirin.

Her wiha avahiya 30 qatî ya ku dê bi awayekî berovajî bihata bidardekirin, dê bibûya hîmê projeyê.

The Line dê wekî ecêbiyeke nû ya cîhanê ya di serdema modern de bihata avakirin.

Mesref zêde bûn, veberhêner dûr ketin

Li gorî nûçeya rojnameya Financial Timesê lêkirina projeyê gelekî hêdî bûye û li hinek beşan jî bi temamî rawestiyaye.

Ji ber mesrefên zêde gelek veberhênerên biyanî ji projeyê vekişiyane.

The Lineya ku destpêkê li benda veberhênanên bi dehan milyar dolaran bû, niha di peydakirina çavkaniyan de zehmetiyan dikişîne.

Çavkaniyên nêzîkî projeyê diyar dikin ku niha tenê li ser 3 beşên biçûk ên avahiya dêw tê sekinîn.

Her çi qas armanc ew bû ku heta sala 2030î beşeke mezin a projeyê bê temamkirin jî, heta niha tenê kolanên bingehîn û hinek skeletên avahiyan derketine holê.

Birêvebirekî payebilind ê projeyê ji Financial Timesê re axivî û got, "Proje bi vî halî ne hêjayî xerckirina pereyan e."

Fikarên li ser mafên mirovan

Yek ji sedemên din ên rawestîna projeyê mirina karkeran e.

Rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan rapor kiriye ku "gelek karker" di dema înşaetê de mirine û şert û mercên xebatê nayên kontrolkirin.

Lê rayedarên Erebistana Siûdî xwe ji piştrastkirina van îdiayan dûr digirin.

Agahê sînordar in, rexne tên bêdengkirin

Hinek xebatkar dibêjin ku ragihandina rewşa rastî ya ji rayedaran re "bi rîsk" e.

Çavkaniyekî ji Financial Timesê re anî ziman, "Kes newêre ji Şahzade re bibêje ku proje di rastiyê de çi qasî li paş maye."

Li gorî nûçeyan, Mihemed bin Selman destûr nedaye ku derbarê rewşa niha ya projeyê lêkolînên serbixwe jî werin kirin.

Rayedar: Kar bilez didomin

Tevî van hemû îdiayan, hikûmeta Erebistana Siûdî diyar dike ku proje "wekî ku hatiye plankirin didome û bileztir bûye."

Li gorî Platforma Futurismê ya Amerîkayê, li qadê tenê înşaeta çend avahiyan didome û li piraniya beşan kar bi temamî rawestiyaye.

Stûnên dêw û avahiyên bingehîn ên li qadan, hêdî hêdî bi xîza çolê tên nixumandin.

Pispor: Dinyaya rastîn nikare xewnên ew qas mezin rake

Pisporên plansaziya bajaran diyar dikin ku proje di asta konseptê de balkêş e lê ji aliyê bicihanînê ve bûye projeyeke nedomdar.

Pisporekî di nirxandina xwe ya ji bo Futurismê de gotiye:

"Projeyên bi vî rengî dibe ku ji aliyê fikir û vîzyonê ve balkêş bin lê ne ji bo ku di cîhana rastîn de werin avakirin."