Piştî Washingtonê Kremlînê jî behsa ceribandina çekên atomî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Kremlînê ragihand ku Rûsya pabendî biryara qedexekirina ceribandinên çekên atomî ye lê hişyarî da ku eger welatên din ceribandinan bikin Moskow jî dê wekheviyê biparêze.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamegerê Rûs Pavel Zarubin re got ku ne Moskow û ne jî Pekîn çekên nukleerî diceribînin û Moskow pabendî qedexekirina van ceribandinan e.
Peskov got, "Eger welatekî din vê yekê bike, wê demê em mecbûr in ku ji bo parastina wekheviyê heman tiştî bikin."
Berdevkê Kremlînê wekheviya atomî wekî pêkhateya herî girîng a mîmariya ewlehiya cîhanê ya serdemê pênase kir.
Trump ferman da destpêkirina ceribandinan
Ev daxuyaniyên berdevkê Kremlînê piştî wê yekê hatin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 31ê Çiriya Pêşîn ragihand ku ji ber "bernameyên ceribandinê yên welatên din” wî ferman daye Wezareta Şer da ku "bi lez" û li ser bingeheke wekhev dest bi ceribandinên çekên atomî bike
Amerîkayê ji sala 1992yan ve ti ceribandineke atomî nekiriye
Serokê Amerîkayê di bernameya 60 Deqîqe ya CBS Newsê de got ku Koreya Bakur ne tekane welat e ku çekên atomî diceribîne û îdia kiribû ku Rûsya û Çîn jî çekên atomî diceribînin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wekî bertek li hemberî daxuyaniyên Trump, di destpêka vê hefteyê de ferman da rayedarên ewlehiyê ku derbarê mijarê de agahiyan kom bikin.
Putin li ser îhtimala ceribandinên bi vî rengî ji Wezareta Parastinê ve daxwaza pêşniyaran kiribû.
Rûsyayê herî dawî sala 1990î dema ku hîn beşek ji Yekîtiya Sovyetê bû ceribandinên atomî kiribû
Çînê jî bersiv da daxuyaniyên Trump û Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning ji rojnamegeran re got ku Pekîn hêvî dike ku Amerîka pabendî moratoriuma li ser ceribandinên atomî bibe.
Peskov di hevpeyvîna xwe ya bi Zarubin re red kir ku Putin ferman daye destpêkirina amadekariyên ji bo ceribandinên atomî.
Berdevkê Kremlînê diyar kir ku pêşî pêwîst e bê diyarkirin ka gelo pêwîstiya Moskowê bi pêkanîna van ceribandinan heye yan na û got ku divê ev yek "baş bê bingehkirin û bi baldarî bê fikirîn."
Dmitry Peskov her wiha teqez kir ku divê Washington daxuyaniyên Trump ên li ser çekên atomî ji Moskowê re zelal bike û nabe ku ew daxuyanî ne zalal bimînin.
Divê Washington daxuyaniyên Trump zelal bike
Berdevkê Kremlînê her wiha hişyarî da ku kategorîzekirina ceribandinên dawî yên Rûsyayê yên mûşeka bi hêza atomî Burevestnik û drona Poseidon wekî ceribandinên atomî, dê ji aliyê pisporan ve bibe "darazeke şaş gelekî bêserûber."
Peskov di dawiya axaftina xwe jî de got, “Ya yekem, em behsa amûra veguhastinê dikin, ne teqîneke atomî.
Ev sîstemeke pêkêşanê ya atomî ye loma ev mijarên bi tevahî cuda ne.”