Çînê hişyarî da Kanadayê ku Rêvebera Darayî ya Huawei azad bike
Navenda Nûçeyan - Çînê bi tundî hişyarî da Kanadayê ku eger Rêvebera Darayî ya Kompanya Huawei azad neke, wê demê rûbirûyê cezayên dijwar bibe.
Rêvebera Darayî ya Kompanya Huawei Meng Wanzhou, roja 1ê vê mehê li Kanadayê hat desteserkirin û gefa wê yekê heye ku bi tohmeta bezandina ambargoyên Amerîkayê yên ser Îranê bo Amerîkayê bê radestkirin.
Meng Wanzhou keça damezrênera Kompanya Huawei ye. Eger Dadgeha Kanadayê biryara radestkirina Rêvebera Darayî ya Huawei bide, wê demê eger heye li Amerîkayê zêdeyî 30 sal cezayê zîndanîkirinê werbigire.
Wezareta Derve ya Çînê, bangî bolyozê Kanada yê li wî welatî kiriye û bi tundî gef lê xwarine eger hat û Meng Wanzhou neyê azadkirin, dê rûbirûyê cezayên dijwar bibin.