Parlamentera Almanyayê: Êrişa li taxên Kurdan nayê qebûlkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Endama Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) Reem Radovanê êrişa Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li taxên Kurdan û pêkhateyên din ên Helebê bi tundî şermezar kir û got, "Parastina sivîlan û pêkhateyan ne tiştekî wisa ye ku tawîz jê were dayîn."
Reem Radovana ku bi eslê xwe Kildaniya Îraqê ye, li ser hesabê xwe yê Facebookê bi hashtaga #Aleppo peyamek belav kir û êriş wekî "nayên qebûlkirin" bi nav kir.
Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bangî rayedarên Şamê kir ku "demildest" dawî li tundiyê bînin û mafên hemû pêkhateyan misoger bikin.
Parlamentera Almanyayê di peyama xwe de wiha got:
"Parastina sivîlan û pêkhateyan ne tiştekî wisa ye ku tawîz jê were dayîn. Ew kesên ku li Şamê berpirsyar in, erka wan e ku demildest dawî li vê tundiyê bînin."
"Divê bêyî tirs bijîn"
Reem Radovanê tekez kir ku aramiya mayînde li Sûriyeyê tenê bi bidawîhatina şer, parastina pêkhateyan û çareseriya siyasî ya bi rêya diyalogê pêk tê û got:
"Divê hemû pêkhateyên neteweyî û olî bi azadî û bêyî tirs û çewisandinê bijîn."
Ev daxuyanî di demekê de ne ku êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê 5 roj in berdewam in.
Li gorî amaran, ji her du aliyan nêzîkî 30 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dibêje ku nêzîkî 150 hezar kes koçber bûne.
Her wiha Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê nîgeraniyên xwe anîn zimên û daxwaza parastina sivîlan kir.