Holenda: Dest bi dan û standinan bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Holendayê ji Rûdawê re ragihand ku ew ji rewşa Helebê dilgiran in û bangî aliyan kir ku dest bi dan û standinan bikin da ku agirbesteke mayînde pêk were û rê li ber serhildana DAIŞê were girtin.
Wezareta Karên Derve ya Holendayê îro bersiva pirsên Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa da.
Wezaretê got,"Holenda ji ber berdewamiya tundiya li Helebê gelekî dilgiran e û em rewşê ji nêzîk ve dişopînin."
"Em piştgiriyê didin agirbestên demkî"
Wezaretê di bersiva pirsan de anî zimên ku ew piştgiriyê didin rawestandina şer û wiha pê de çû:
"Em piştgiriyê didin agirbestên demkî û bangî hemû aliyan dikin ku hev qebûl bikin û dan û standinan bidomînin."
Wezaretê her wiha di daxuyaniyê de bal kişand ser metirsiya DAIŞê û got:
"Pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê ji bo rêlibergirtina serhildana DAIŞê xwedî girîngiyeke mezin e."
Bi hezaran kes koçber bûn
Sêşema borî Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên bajarê Helebê kiribû.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ku girêdayî Rêveberiya Xweser e, bersiva êrişan dabû.
Li gorî ajansên Neteweyên Yekbûyî, rayedarên xwecihî û Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di navbera 140 heta 180 hezar kes koçber bûne.
Her wiha nêzîkî 30 kesî canê xwe ji dest daye ku di nav wan de sivîl jî hene û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Hêzên navneteweyî, di serî de Amerîka û Neteweyên Yekbûyî, daxwaza kêmkirina rageşiyê û parastina sivîlan dikin.