Peyama nû ya Trump: Îran ji her demê bêtir nêzikî azadiyê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê bûyer û xwenîşandanên li Îranê daxuyaniyek belav kir.
Trump diyar kir ku Îran ji her demê bêhtir "nêzîkî azadiyê ye" û got, "Amerîka amade ye alîkariyê bide."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di parvekirina xwe de bal kişand ser rewşa siyasî û daxwazên gelê Îranê.
Trump di peyama xwe de got, "Îran li AZADIYÊ dinêre, belkî ji her demê bêtir. Amerîka ji bo alîkariyê amade ye!!!"
Ev peyama Trump di demeke wiha de hat ku li seranserê Îranê xwenîşandanên li dijî rejîmê û tevgera civakî zêde bûne.
Koşka Spî berê jî bi wesîleyên cuda ragihandibû ku ew piştgiriyê didin daxwazên demokratîk û azadiya raderbirînê ya gelê Îranê.
"Amerîka amade ye alîkariyê bike"
Gotina Trump a "Em ji bo alîkariyê amade ne" wiha hat şîrovekirin ku Washington bûyerên li Tehranê ji nêzîk ve dişopîne û dibe ku di pêvajoyê de roleke aktîftir bilîze.
Krîza aborî û xwenîşandan
Ji dawiya meha Kanûna Pêşîn ve, bi piranî ji ber daketina sert a nirxê Riyalê Îranê û xerabbûna rewşa aborî li Îranê pêla protestoyan dest pê kir.
Xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn li nêzîkî Bazara Mezin a Tehranê dest pê kir û piştre li gelek bajaran belav bû.
Donald Trump roja înê jî gotibû ku bi zêdebûna aloziyan re Îran di "tengasiyeke mezin de ye" û diyar kiribû ku Washington rûdanan ji nêzîk ve dişopîne.
Her wiha Trump hişyarî dabû rayedaran ku li hemberî xwenîşanderan hêza kujer bi kar neynin.
Li aliyê din, Îranê Amerîka û Îsraîl bi handana xwenîşandanan tohmetbar kirin.