“Mîta Tirkiyê Sekîne Cansiz û hevalên wê kuştine”

10-02-2014
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Kovarea Derşpêgil aşkere kir ku komkujiya ku li Parîsê hatî pêk anîn di encamê de 3ê endamên PKKê hatin kuştin, bi destê Mîta Tirkiyê hatiye encamdan.

Kovara Derşpêgil a Almanî diyar kir ku, hêzên ewlekariya Almaniya û îstixbarata wê, gihîştine wê ramanê ku,ew hersê endamên jin yên PKKê bi destê rêxistina Mîta Tirkiyê hatine teror kirin.

Derşpêgil di hijmara xwe ya vê hefteyê de dest nîşan kir ku, saziya îstixbarata Almaniya yê, gihîştiye wê baweriyê ku, bi zanebûna rêxistina Mîtê Sekîne Cansiz û hevalên wê hatine kuştin, û ji lewma hevkariya xwe pêre gelek kêm kiriye.

Derşpêgil tîne ziman ku, ew belgeyên derbarê wê komkujiyê de ku ketine destê îstixbarata Almanî de, xitma avê ya Mîta Tirkiyê li ser hebû, ku ew xitim zû zû nayê dîtin, û tenê mîta Tirkiyê bikar tîne.

Wek tê zanîn li 9 çileya 2013an de, Sekîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez li paytexta Faransa Parîsê de hatin teror kirin û jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst