22 endamên FARCê bi sûcên şer tên tohmetbarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kolombiyayê 22 endamên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) bi sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên tohmetbarkirin.
Li gorî medyaya neteweyî, Dadgeha Aştiyê ya Taybet (JEP) gelek tohmet arasteyî 22 endamên berê yên FARCê kirine ku tê îdiakirin di navbera salên 1993 û 2016an de hatine kirin.
JEPê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan nasnameya berpirsên pilebilind, awayê pêkanîna polîtîkayên revandinê yên li herêmên cuda û bandorên wan kiryaran ên li ser qurban, civak û herêman destnîşan kirine.
Sûcên li dijî mirovahiyê
JEPa ku yek ji mekanîzmayên herî krîtîk ên peymana aştiyê ye ku dawî li şerê zêdetirî nîv sedsalê yê di navbera hikûmet û FARCê de anî, lêkolîna bi navê "doza makro 01" temam kir ku tê de kiryarên revandina mirovan ên sîstematîk ên FARCê dihatin lêkolînkirin.
Li gorî JEPê, kesên tohmetbarkirî ne tenê ji ber rehîngirtin û bêparkirina giran a ji azadiyê, her wiha ji ber cînayet, windakirina bi darê zorê, şkence, miameleya xerab, tundiya zayendî, koletî û koçberkirina bi darê zorê yên di dema esaretê de jî dê berpirsyar werin dîtin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêkolînên ku nêzîkî 7 sal in didomin de, îfadeya bi sedan qurbaniyan hatiye wergirtin û gelek delîl hatine nirxandin.
JEPê heta niha bi giştî 63 kirdarên pilebilind destnîşan kirine ku ji polîtîkaya revandina mirovan a FARCê berpirsyar in.
Pêvajoya darizandinê
Ji bo qebûlkirin an redkirina tohmetên ku li wan hatine kirin, 30 rojên xebatê yên wan 22 endamên berê hene.
Eger tohmetan qebûl bikin û hemû rastiyan eşkere bikin, dosyeyê dê ji bo pêkanîna cezayan bişînin Dadgeha Aştiyê ku ev ceza sînordarkirina azadiyê jî li xwe digirin.
Eger tohmet werin redkirin, pêvajo ji Yekîneya Lêkolîn û Angaştan re tê veguhastin û ew kes dibe ku bi cezayê zindanê yê heta 20 salan re rûbirû bimînin.
JEP çi ye?
JEP yek ji organên herî girîng ên pêkanîna peymana aştiyê ye ku 24ê Çiriya Paşîn a 2016an di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARCê de hat îmzekirin û pişt re li Senato û Parlamentoyê hat pesendkirin.
Desthilata JEPê heye ku mîlîtanên FARCê, endamên artêşê û hêzên paramîlîter ên ku ji yasaya efûyê sûd wernegirtiye darizîne.
Her wiha li gorî peymanê, ji bo ku endamên rêxistinê karibin bê pirsgirêk siyasetê bikin, divê di JEPê re derbas bibin.