Li Brîtanyayê krîza Epstein: ‘Ez dev ji erkê xwe bernadim’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer li hemberî bangên îstîfayê yên piştî belavbûna belgeyên Epstein û aloziya di hikûmetê de ragihand ku ew "dev ji erkê xwe bernade."

Rêberê Partiya Karkeran ê Skotlandê (Skoçya) Anas Sarwar, 9ê Sibatê bangî Starmer kiribû ku dev ji erkê xwe berde.

Peter Mandelson wekî Balyozê Brîtanyayê yê Washingtonê hatibû diyarkirin lê piştî ku di belgeyên nû de pêwendiya wî ya bi Jeffrey Epstein re derket holê, li welêt krîz derket.

Jeffrey Epstein li Amerîkayê ji ber tawanên zayendî hatibû cezakirin.

Serokwezîr Starmer ji ber tayînkirina Mandelsonê ku meha îlonê ji kar hatibû dûrxistin lêborîn xwest.

Her wiha Sekreterê Giştî yê Serokwezîr û Birêvebirê Ragihandinê jî îstîfa kir.

"Ez di her têkoşînê de bi ser ketim"

Starmer di civîna bi parlamenterên Partiya Karkeran û Lordan re axivî û pirsên wan bersivandin.

Starmer ducare kir ku ew ji ber biryara tayînkirina Mandelson poşman e û lêborînê dixwaze lê teqez kir ku ew dê dev ji erkê xwe bernede.

Serokwezîr ji partiya xwe re got, "Ez di her têkoşîna ku beşdar bûm de bi ser ketim" û got ku ew dê dest ji kar bernede.

Banga Anas Sarwar

Rêberê Partiya Karkeran a Skotlandê Anas Sarwar bangî Starmer kir ku îstîfa bike û got:

"Divê ev tevlîhevî bi dawî bibe û kadroya birêvebir a li Downing Streetê (Serokwezîriya Brîtanyayê) jî biguhere."

Sarwar diyar kir ku divê Starmer ji bo welat û Skotlandê "tiştê rast bike" û got: "Dostaniyeke min a rastîn bi Starmer re heye lê pêşîneya min a sereke welatê min Skotland e."

Tê gotin ku rayedarên payebilind ên Partiya Karkeran li Skotlandê di nava xwe de dibêjin eger Starmer dest ji kar berde dê şansê wan di hilbijartinên birêveberiyên herêmî yên meha gulanê de zêdetir bibe.

Li Serokwezîriyê 2 îstîfa

Piştî belavbûna belgeyên Epstein, Sekreterê Giştî yê Serokwezîrê Brîtanyayê Morgan McSweeney û Birêvebirê Ragihandina Brîtanyayê Tim Allan îstîfa kir.

McSweeney ku wekî yek ji mîmarên serkeftina Partiya Karkeran a di hilbijartinên 2024an de dihat dîtin, di daxuyaniya xwe ya îstîfayê de rola xwe ya di tayînkirina Mandelson de wekî sedem nîşan da û got:

"Biryara tayînkirina Peter Mandelson şaş bû. Zerereke mezin da partiya me, welatê me û baweriya bi siyasetê.

Dema şêwir bi min kirin, min ji serokwezîr re pêşniyar kir ku vê tayînkirinê bike û ez berpirsyariya tam digirim ser xwe.

Di bin van şert û mercan de, yekane rêya bi rûmet vekişîn e."

Lêpirsîna Polîsan û îdiayên li ser Mandelson

Polîsê Londonê 6ê Sibatê di çarçoveya lêpirsîna îdiayên "bêrêtiya di erkê giştî de" li ser mal û milkên Peter Mandelson lêgerîn kir.

Polîs ragihand ku Mandelson hîn nehatiye girtin û lêpirsîn berdewam dike. Mandelson îdia dike ku wî ti tawan nekirine.

Li gorî belgeyan, Mandelson sala 2008an dema Wezîrê Bazirganiyê bûye, derbarê planên bacê yên li ser bankaran de agahî dane Epstein.

Her wiha tê îdiakirin ku wî derbarê pakêteke rizgarkirinê ya 500 milyar euroyî ya Yekîtiya Ewropayê de jî agahiyên pêşwext dane Epstein.

Hikumetê ragihand ku ew amade ne ji bo lêpirsînê her cure alîkariyê bidin polîsan.