Pêkhateyên Sûriyeyê li Parlamentoya Ewropayê civiyan: 'Gelo Sûriyeyeke ji bo hemûyan pêkan e?'

Hewlêr (Rûdaw) - Pêkhateyên Sûriyeyê li Parlamentoya Ewropayê civiyan û behsa metirsiyên li ser paşeroja welatê xwe kir.

Nûnera Elewiyan xwest ku komkujî werin rawestandin û nûnera Durziyan jî hişyarî da ku heger hemû alî beşdar nebin aramî pêk nayê.

Li Parlamentoya Ewropayê konferansek bi sernavê "Sûriyeyek ji bo hemû gelê wê, gelo ev pêkan e?" hat lidarxistin.

Konferans ji aliyê Koma Dostên Kurdan û çend parlamenteran ve hat organîzekirin û nûnerên Kurd, Elewî, Durzî û Erebên Sunî beşdar bûn.

"Hişyar bibin û bêdeng nemînin"

Endamê Parlamentoya Ewropayê Leoluca Orlando ji Rûdawê re got:

"Ev nûçeyeke gelekî erênî ye; Parlamentoya Ewropayê pêşniyara me qebûl kir ku em li ser rewşa Sûriyeyê gotûbêjê bikin.

Ev demek girîng e ku em ji Yekîtiya Ewropayê re bibêjin hişyar bibin û bêdeng nemînin.

Divê piştgiriya Sûriyeyê bikin lê bi şertê rêzgirtina li serweriya qanûnê, mafên mirovan û demokrasiyê."

Di konferansê de nûnerên pêkhateyan behsa zilm û komkujiyên ku rûbirûyî wan bûne kir û daxwaza garantiyê ji Yekîtiya Ewropayê kir.

“Divê statuya Kurdan bê naskirin”

Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fuad Omer jî bal kişand ser statuya Kurdan û got:

"Ji bo mafê Kurdan bê misogerkirin divê statuya Kurdan bê naskirin, wekî statuyekê Rojavayê Kurdistanê di nav hêzên navneteweyî de bê naskirin.

Ji derveyî vê misogerbûn nîne. tecrubeya Kurdan heye lê tim û daîm lê hatiye qulibandin."

"Divê Elewî wekî welatiyên pile yek werin dîtin"

Nûnera Elewiyan Rena Omranê xwesteka xwe ya ji Yekîtiya Ewropayê wiha anî zimên:

"Em ji Parlamentoya Ewropayê dixwazin ku hemû hewlan bidin da ku komkujiyan rawestînin û kêmîneyên Sûriyeyê biparêzin.

Pêwîst e miameleya welatiyên pile yek bi Elewiyan re were kirin, ne wekî welatiyên pile 10, wekî ku niha tê kirin."

"Desthilat divê bi hilbijartinê be"

Her wiha Nûnera Durziyan Ruweyda Helbûşê jî hişyarî da û got:

"Heger hemû pêkhate bi awayekî çalak beşdar nebin, qet aramî û seqamgîrî li Sûriyeyê pêk nayê.

Nabe desthilat di destê wan kesan de be ku hêza wan heye, belkî divê bi hilbijartin û demokrasiyê be û hikûmeteke berfireh were avakirin ku hemûyan li xwe bigire."

Di civînê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku çareserî li Sûriyeyê ne tenê bi rêbazên leşkerî, lê di heman demê de bi veguherîneke siyasî ku mafên hemû nasnameyan garantî bike jî mimkun e.