Amerîka û Azerbeycanê ‘Peymana Hevkariya Stratejîk’ îmze kir

Hewlêr (Rûdaw) - JD Vance diyar kir ku hevkariya Amerîka û Azerbeycanê dê li herêmê rê li ber aştî û aramiyeke zêdetir veke.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ji bo hevdîtinên fermî çû Azerbeycanê û li Bakuyê bi Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev re civiya.

Piştî hevdîtinê di navbera her du welatan de "Peymana Hevkariya Stratejîk" hat îmzekirin.

Vance piştî merasîma îmzekirinê axivî û da zanîn ku hevkarî ji bo her du welatan û herêmê gelekî bi sûd e û got:

"Bi vê hevkariyê re dê karsazên Amerîkayê bigihin bazarên zêdetir.

Dê cîhaneke wisa ava bibe ku mirov li şûna şer bazirganiyê bikin."

Vance destnîşan kir ku bi vê peymanê re pêwendiyên her du welatan fermî û mayînde bûne û anî ziman:

"Hevkariya Amerîka û Azerbeycanê dê li herêmê rê li ber aştî û aramiyeke zêdetir veke."

Pêwendiyên Amerîka û Azerbeycanê xurt dibin

Vance eşkere kir ku ew dixwazin di pêwendiyên dualî de rûpeleke nû vekin û diyar kir ku di bin serokatiya Trump û Aliyev de hevkarî dê xurttir bibe.

Vance her wiha ragihand ku Amerîka dê ji bo parastina sînorên deryayî hinek keştiyên nû bide Azerbeycanê.

JD Vance behsa leşkerên Azerbeycanê yên li Afganistanê jî kir û da zanîn:

"Azerbeycanî ji wan kesên dawî bûn ku ji Afganistanê derketin.

Wan di têkoşîna gerdûnî ya li dijî terorê de piştgiriyeke mezin da.

Wan li Afganistanê li kêleka leşkerên Amerîkayê şer kir û wekî yekîneyên herî jêhatî û xurt hatin naskirin."

Aştiya Azerbeycan û Ermenistanê

Vance bal kişand ser peymana aştiyê ya bi Ermenistanê re jî û diyar kir ku sê kesan, yanî Aliyev, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan û Trump bi hev re xebitîn û li cihê şer aştiyeke dîrokî pêk anî.

JD Vance bi bîr xist ku ew yek ji wan kesên ewil e ku li ser "Rêya Trump a ji bo Aştî û Aramiya Navneteweyî" (TRIPP) firiyaye.

Ev rê Azerbeycanê û Komara Otonom a Nexçiwanê bi awayekî bêasteng bi hev ve girê dide.

Vance di dawiya axaftina xwe de her wiha anî ziman:

"Hêviya me ew e ku di warê aborî, çavkaniyên xwezayî û madenên girîng de hevkariyek were kirin ku ev peymana aştiyê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de bi rastî mayînde bibe."