Amerîka balafirên F-16 dişîne ser sînorê Polanda-Ukrayna yê

10-03-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Amerîka birayr da ku 12 balafirên ji corê F-16 bo welatê Polandayê bişîne, li gorî rêkjrftinekê di navbera her du aliyan de, di wan li ser sînorê di navbera Polanda-Ukraynayê de belav bike.

Wezareta Bergirî ya Polandayê ragihand ku dê roja pêncşema bê, 13.03.2014, Amerîka 12 balafirên F-16 bişîne wî welatî, li ser daxwaza Polandayê.

Herwiha wezaretê ragihand ku berî niha Polana û Amerîka rêkrftibûn li ser şandina balafiran û 300 leşkerê Amerîkî bo ser sînorê Polanda û Ukrayna, piştî krîza ku li Ukraynayê peyde bûye.

Ev gava han ji aliyê Amerîka, ligel wê yekê tê ku çekdarên alîgirên Rûsyayê dest danîn li ser balafirgeheke leşkerî li navçeya “Crimea” li Ukarynayê.

Herwiha hêzên Rûsya jî, ji aliyê xwe dest danîn li ser çend cihên stratîjîk li navçeya “Crimea” di nav wan de balafirgeha leşkerî ya Bilbeek û balafirgeha sivîl li navçeuya Simferopol li Ukraynayê.

Ji aliyê xwe, şêwirmenda Almaniyayê Angela Merkel rexne li Serokê Rûsyayê Valdimir Putin girtin û ragihand ku encamdana referandomekê li “Crimea”yê ne rewa ye û destûra Ukrayna binpê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst