Misir - Biryara bêgunehiyê bo 49 rayedarên Îxwan Muslimîn derket

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Misirê biryarê bêgunehiya 49 serkirde û rayedarên Îxwan Muslimînê da.

 

Îro dadgeha Misirê li ser doyaya serkirde û rayedarên pilebilind ên Îxwan Muslimîn a wî welatî biryarek di berjewendiya wê rêxistina îslamî de derxist.

 

Li gor biryara dadgehê, 49 serkirde û berpirsên Îxwan Muslimîn a Misirê bêgunehiya wan hatiye îsbatkirin.

 

Dadgahîkirina wan rayedarên Îxwan Muslimîn li ser dosyayên wek lidarxistin û beşdarbûn di xwepêşandanên li dijî dewletê û êrişkirina ser sazî û dezgehên hikûmetê û mulkên giştî bû.

 

Agahiyên zêdetir tên…