Balyoza Amerîkayê ya NY pêşwaziya Nadiya Mûrad kir
Washington (Rûdaw) – Balyoza Amerîkayê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) Nikki Haley ligel Balyoza Niyetpakiyê ya NY Nadiya Mûrad hevdîtinek pêk anî.
Li gorî ragihandina Wezareta Derve ya Amerîkayê di hevdîtinê de Nikki Haley ji ber xweragirî û azatiya wê ya li hember stema DAIŞê û herwiha peyama wê ya aştiyê ya ji bo cîhanê spasiya Nadiya Mûrad kiriye.
Haley herwiha gotiye; “Amerîka dê ji bo têkbirina DAIŞê bi berdewamî alîkariyê bide hêzên hevpeymanan û herwiha dê piştgiriyê bide hemû mexdûrên destê çekdarên DAIŞê.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku Nikki Haley bibîr xistiye, ku AmeRîkayê beriya niha soza parastina kêmnetew û olan û herwiha êzidiytan jî daye û gotiye; “Emê di tevahiya cîhanê de alîkariyê bidin parastina maf û azadiyên kêm netew û olan û herwiha êzidiyan jî.”
Keça kurda êzidî Nadiya Mûrad, ku ji destê DAIŞê rizgar bibû û bibû sembola keç û jinên êzidî, ji aliyê NYve weke “Balyoza Niyetpakiyê” hatibû destnîşankirin.
Herwiha Nadiyayê ligel Lemya Beşar ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve hêjayê xelata aştiyê ya Saxarovê hatibûne dîtin.