Zelensky: 35 hezar sivîl bi rêya korîdora mirovî hatine rizgarkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky rêjaya kesên ji ber êrişên Rûsyayê yên dijî Ukraynayê ku ji wî welatî koçber bûnen eşkere kir û got ku 35 hezar sivîl bi rêya korîdora mirovî hatine rizgarkirin.
Serbaêzên Rûsyayê alîkariya mirovî didin xelkê gundekî Kharkivê. Serbazên Rûsî du hefte piştî kontrolkirina navçeyê, dixwazin hevkariya niştecihên wê bikin.
Nişteciha Gundekî Kharkivê dibêje: “Ti kesekî zilm li min nekiriye. Me ji nû alîkariya mirovî wergirt. Ti gilehiyeke min nîne.”
Kharkiv yek ji wan çar bajaran e ku korîdora mirovî lê hatiye vekirin daku xelkên sivîl ji navçeyên metirsîdar derkevin û alîkariya mirovî jî bigihe wan.
Li wir li ser sînorê Polandayê, hatina penaberên Ukraynayê berdewam e.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky hejmara wan kesan eşkere kir ku roja Çarşembê derbider bûne û koç kirine.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenski dibêje: “Me serpereştiya sê korîdorên mirovî kir. Li bajarê Sumy, herwiha li bajar û bajarokên herêma Kiev û bajarê Enerhodar, bi giştî nêzîka 35 hezar kes hatin rizgarkirin.”
Li gor texmîneke Ajansa Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di du hefteyên şer de, du milyon û 100 hezar heta du milyon û 200 hezar kesan Ukrayna bicîh hiştine ku piraniya wan jin û zarok in.