Çînê peyka testa ragihandinê şand fezayê

Hewlêr (Rûdaw) - Çînê peykek şand fezayê ku dê di testên teknolojiya ragihandinê de bê bikaranîn.

Li gorî nûçeya ajansa Çînê Xinhuayê, peyk bi roketa veguhastinê "Long March-3B"yê ji Navenda Firandinê ya Peykê ya Şiçangê ya li eyaleta Siçuanê hat firandin.

Hat ragihandin ku peyk di rêgeha plankirî de edilî û her wiha dê ji bo test û piştrastkirina teknolojiyên ragihandinê yên "fireband" bê bikaranîn.

Firîn bû peywira veguhastinê ya serkeftî ya 562yemîn a ku bi roketên "Long March"ê tên pêkanîn.