Adam Abdelmoula: Me ti heyet neşandiye berava Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Alîkariyên Mirovî yê Sûriyeyê ragihand ku wan ti heyet ji bo lêkolînan ne şandiye berava Sûriyeyê.

Li gorî Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan di nava 72 demjimêran de, 40 komkujî hatine kirin û 973 sivîl hatine kuştin.

Ji van 545 kes ji Laziqiyê ne, 262 kes ji Tertûsê ne, 156 kes ji Hemayê ne, 10 kes ji Himsê ne, 148 kes jî çekdarên ser bi rejîma berê ne.

Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Alîkariyên Mirovî yê Sûriyeyê Adam Abdelmoula îro derbarê bûyeran daxuyaniyek da.

Adam Abdelmoula diyarkir ku berevajî nûçeyên ku di medyaya civakî û di hin kanalên medyaya navneteweyî de belav dibin, Neteweyên Yekbûyî ti heyeta lêkolîn an jî vekolînê ne şandiye herêma berava Sûriyeyê.

Bi gotina Adam Abdelmoula heyetên bi vî rengî tenê dikarin ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî an jî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bên erkdarkirin.

Adam Abdelmoula got, “Hewlên Neteweyên Yekbûyî ji bo peydakirina alîkariyên mirovî berdewam dikin. Neteweyên Yekbûyî li gorî prensîbên mirovî tev digere û di hemû kiryarên xwe de bêalîtî, bêterefî û serxwebûnê diparêze.

Neteweyên Yekbûyî soza xwe ya pêkanîna pêdiviyên mirovî bi şefafî û rastbînî dubare dike û bangî  hemû aliyan dike ku di ragihandina çalakiyên wê de pişta xwe bidin agahiyên piştrast.

Ez bi tundî şermezar dikim tundiya ku heta niha bûye sedema mirina gelek sivîlan û bangî hemû aliyan dikim ku xwe ragirin û dev ji hedefgirtina sivîlan û avahiyên sivîl berdin.”