Yekem wêneya çala reş a valahiya esman hat belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi hevahengiya navbera heşt dezgehên teleskopê li seranserê cîhanê, yekem wêneya çala reş a valahiya esman hate belavkirin ku qerbareya wê ji erdê 3 milyon car mezintir e û 500 trilyon kîlometre ji dinyayê dûr e.

 

Pisporên gerdûnê vê yekê weke pêşketineke mezin a warê pişkinîna valahiya esman dibînin û li ser vê mijarê kovara Astrophysical Journal Letters zanyariyên bi hûrgilî belav kirine.

 

Prof. Dr. Heno Falk li Zanîngeha Radboud a li Holandayê dest bi vê projeyê kiriye, profesor dibêje, çala mezin a ku li valahiya esman hatiye dîtin, jê re M87 tê gotin û ji temamê koma me ya rojê mezintir e.

 

Çala reş 6.5 milyar car ji rojê mezintir e û ev çala reş berî sedsalekê ji aliyê zanayê navdar Albert Einstein ve hatiye behskirin ku dibêje derketina ji wê reşahiyê dem û made û hemû tişt namînin.

 

Çala reş li gerdûnê cihekî wisa ye ku ti tişt nikare ji wir derbas bibe, heta ronahî jî nikare.