Dan û standinên Îran û Amerîkayê: Şandeya Tehranê li Pakistanê ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê ragihand ku şandeyeke bilind a Komara Îslamî ya Îranê, derengiya şeva pêncşemê gihîştiye Îslamabada paytexta Pakistanê lê belê Îranê heta niha ev nûçe piştrast nekiriye.
Li gorî agahiyên wan çavkaniyên ku ji bo rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ya Amerîkayê axivîne, serkirdayetiya şandeya Tehranê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ve tê kirin.
Ev dibe yekem derketina berpirsên herî bilind ên her du desthilatên cîbicîkar û yasadanînê yên Îranê ya li derveyî welat, ji destpêka şerê 28ê Sibatê ve.
Ajansên Îranê nûçeyê red dikin
Li aliyê din, ajansên nûçeyan ên Mehr û Farsê yên Îranî, her çend ne fermî bin jî lê nêzîkî dezgehên ewlehiyê yên Îranê ne, nûçeya serdana berpirsên Îranî ya ji bo Îslamabadê red kir.
Di heman demê de, ajansa Tasnîmê ya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku nûçeya çûyîna şandeya dan û standinan a Îranê ya Pakistanê ne rast e.
Tasnîmê her wiha diyar kir, "Heta ku Amerîka pêbendî agirbestê nebe û rejîma Siyonîst li ser êrişên xwe berdewam be, dan û standin dê bi awayekî ragirtî bimînin."
Pakistan mazûvaniya dan û standinan dike
Biryar e roja şemiyê Pakistan mazûvaniya dan û standinên navbera her du welatan bike.
Ev gav piştî wê yekê hat ku şeva sêşemê, Amerîka û Îran ji bo ragihandina agirbesteke 14 rojî gihîştin peymanê.
Tê pêşbînîkirin ku Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance, serkirdayetiya şandeya Washingtonê di van dan û standinan de bike.