Amerîkayê bîlançoya şerê li Îranê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî encamên operasyona "Hêrsa Dîrokî" belav kirin.

Koşka Spî ragihand ku di 38 rojan de şiyana leşkerî ya Îranê bi awayekî wisa hatiye têkbirin ku Tehranê ji bo agirbestê "lava kiriye."

Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Koşka Spî ya 8ê Nîsana 2026an, Serokê Amerîkayê Donald Trump stratejiya "aştî bi rêya hêzê" şopandiye.

Trump kariye di demeke kurt de Tehranê neçarî bidawîanîna şer û vekirina Tengava Hurmizê bike.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth li ser operasyonê wiha got:

"Ti serokîn din wekî Trump wêrek û xwedî biryarên tund nebûne.

Ji çirandina peymana nukleer a Obama û kuştina Qasim Suleymanî bigire, heta operasyona 'Çakûçê Nîvê Şevê' ya ji bo lêdana baregehên nukleer û niha jî 'Hêrsa Dîrokî'; Trump dîrok nivîsand.

Îranê ji bo vê agirbestê lava kir û em hemû vê yekê dizanin."

Li aliyê din, Serokê Sererkaniya Giştî ya Hevbeş a Artêşa Amerîkayê Dan Kane ragihand ku sê armancên sereke yên operasyonê hebûn û hemû jî hatine pêkanîn:

Têkbirina şiyana mûşekî û dronî, jinavbirina hêza deryayî û ji karxistina binesaziya pîşesaziya parastinê ya Îranê ku nekaribe li derveyî sînorên xwe bibe gef.

Encamên leşkerî bi amaran

Li gorî amarên Koşka Spî, qebareya wan zererên ku gihîştine Îranê bi vî rengî ne:

Şiyana mûşekî û dronî: Zêdetirî ji sedî 85ê binesaziya pîşesaziya parastinê ya Îranê û piraniya mûşekên balîstîk û dronên dûravêj hatine têkbirin.

Hêza asmanî: Beriya operasyonê Îranê rojane 30 heta 100 firînên asmanî hebûn lê niha hejmara firînên wê daketiye "sifirê."

Hêza deryayî: 150 keştiyên şer ên ji 16 cureyên cuda hatine têkbirin. Hemû jêrderyayî hatine noqkirin û ji sedî 97ê mayînên deryayî yên Îranê hatine jinavbirin.

Pîşesaziya fezayê: Ji sedî 70yî baregehên avêtin û kontrolkirina asmanî yên Îranê hatine wêrankirin.

Hevpeyman (Proxy): Îran êdî nikare çek û mûşekan ji bo komên xwe yên mîlîs bişîne, çimkî kargehên çêkirina çekan hatine jinavbirin.

Amara êrişên Amerîkayê

Operasyonên artêşa Amerîkayê yên di nav 38 rojan de:

  • Pêkanîna 10 hezar û 200 êrişên asmanî.
  • Lêdana 13 hezar armancan li nav Îranê.
  • Têkbirina 2 hezar navendên fermandariyê û kontrolê.
  • Teqandina 1500 pergalên parastina asmanî.
  • Xistina 1000 dronên êrişkar û 700 mûşekên balîstîk ên Îranê ku ber bi hêzên Amerîkayê ve hatibûn avêtin.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ev encam wekî "serkeftineke mezin" ji bo Amerîka û artêşa wê pênase kirin.

Leavittê got ku Trump soza xwe bi cih aniye ku operasyon dê tenê 4-5 hefteyan bajo û gefa Îranê ji bo her demê bi dawî bîne.